Li Stenbolê panela 'Têkoşîna jinan ên qadên hevpar' hat lidarxistin

  • 16:04 15 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Ji hêla Meclîsa Jinan a HDK'ê ve li Stenbolê bi navê "Têkoşîna jinan ên qadên hevpar" panelek hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi sernavê "Jin û nîqaşên aştiyê' bername li dar dixin. Di çarçoveya bernameyê de li Navenda Giştî ya li Beyogluya Stenbolê bi navê "Têkoşîna jinan ên qadên hevpar" panelek organîze kirin. Di panelê de pankarta 'Qadên Hevpar ên Têkoşîna Jinan" hat daliqandin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji Komeleya Jinan a Havle û femînist Zehra Keleş, nivîskar, rojnemeger û femînist Ayşe Duzkan wek axaftvan tevlî panelê bûn. Endama Koordînasyona Jinan a Navendê ya HDK'ê Arîfe Çinar moderatoriya panelê kir. 
 
Gelek jin beşdarî panelê bûn û panel bi sê rûniştina pêk hat. A yekem de axaftvan li ser mijara "Li Tirkiyeyê dîroka têkoşîna jinan", ya duyem "Xweseriya têkoşîna jinan û tecrûbeyên hevpar" û ya herî dawî û sêyem jî li ser "Dema jinan û têkoşîna hevpar a jinan" dê bê nîqaşkirin. Piştre panel dê bê bi dawîkirin. 
 
Arîfe Çinar, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Nagîhan Akarsel û Jina Mahsa Amînî. Ayşe Duzkan, di panelê de li ser pêşketina tevgerên femînistan kir, bal kişand ser afirandina rojeva polîtîka a jinan. Zehra Keleş, jî li ser tevgerên femînist rawestiye. Dîrayet Dîlan Taşdemîr, di axaftina xwe de behsa qetilkirina Denîz Poyraz, Nagîhan Akarsel û Jîna Amînî kir û li ser asîmilekirin û tunehesibandina kurdan rawestiya. Dîlan di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkildarê têkoşîna jinên kurd.