Tifaqa Ked û Azadiyê: AKP-MHP’ê naxwaze li Bartinê rastî derkevin holê

  • 15:46 15 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Ked û Azadiyê ya têkildarî qetlîama li karkeran a li Bartinê daxuyanî da got: “Em ê hesabê ji vê organîzeya qetlîamê bixwazin, wê welatê ked û azadiyê bi ser keve.”
 
Tifaqa Ked û Azadiyê têkildarî qetlîama li karkeran a Bartinê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha 42 karkeran jiyana xwe ji dest dane, gelek karker hê jî li nexweşxaneyên tên dermankirin, agahî hê ji 14 karkeran nayê girtin.
 
Tîfaqê sersaxî li karkerên ku jiyana xwe ji dest dane xwest, şifaya xêrê jî ji bo birîndaran xwesti. Tifaqê hêviyên xwe yên ji bo 14 karkerên ku asê mane bi rizgarî derkevin jî nîşan da.
 
Tifaqê anî ziman ku rejîma rantê ya ku desthilata AKP-MHP’ê ava kirine, bûye sedemên li kanên madenê qetlîam pêk bên û got: “Desthilata AKP-MHP’ê bi hirsa karê li kanên madenê zêde tedbîran nagire, ji bo qezenckirina sermayeyê jiyana karkeran feda dike. Ji bo vê li Tirkiyeyê berpirsên qetlîamên karkeran desthilata AKP-MHP’ê û ranta dayî avakirin e. Aliyekî vê îtifaqa AKP- MHP’ê û aliyê din jî burokratên ku erka çavdêriya qanûnî û sermayeyê dike ne.”
 
Tifaqê anî ziman ku di demekê de ku refên karker û gel ên Tirkiye berê xwe dan qetlîama kanê û awir hemû vegeriyan ser Amasrayê û ji bo karkeran bi fikar in û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî derbarê kesên ku li dû rastiyê ne, dest bi lêpirsînên hiqûqî dikin.
 
Her çendî desthilata AKP-MHP’ê bi darê darazê bixwaze serê rastiyan bigire û civakê bêdeng bike jî, wê heqîqet derkevin holê û em ê jî van heqîqetan vebêjin.
 
Em ê her demê li gel karker û kedkaran bin. Em ê hesab ji vê organîzeya qetlîamê bixwazin, wê welatê azadî û kedê ku garantiya jiyaneke weke mirovan û rûmetê bi ser bikeve.”