Şandeya HDP’ê dihere Bartinê
- 14:54 15 Cotmeh 2022
- Rojane
ENQERE - Şandeyek HDP’ê wê here Bartina ku 40 karkerên madenê lê jiyana xwe ji dest dan û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan ziyaret bikin. Her wiha dê heyet li cihê bûyerê lêkolînê jî bike.
Li kana madenê ya navçeya Amasrayê ya Bartinê karesat pêk hat û 40 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. Şandeyek HDP’ê ku ji Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Desteya Rêveberiya Navendî pêk tên ji Enqere û Stenbolê ber bi Amasrayê ve ketin rê.
Di şandeya HDP'ê de Cîgirên Hevserokên Giştî Şaziye Kose û Ridvan Turan û endamê Meclisa Partiyê (PM) Huseyîn Taka û Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Zekî Tonbak pêk tê. Hevserok Turan û endamê PM’ê Huseyîn Taka ji Enqereyê, Cîgira Hevserokan Şaziye Kose û Zekî Tonbak jî ji Stenbolê ber bi Bartinê ve bi rê ketin.
Şande dê li cihê karesat qewimî ye lêkolînan bikin û serdana malbatên miriyan û birîndaran bikin.