Xwişka Gulîzarê Nazan: Bila êdî dengê me bê bihîstin!

  • 09:07 15 Cotmeh 2022
  • Rojane
AMED - Xetereya jiyana Gulîzar Karaman a rastî êrişa Azîz Karaman hatî û ji mirinê rizgar bûyî û her wiha ya malbata wê hêj jî didome. Azîz niha bi rêya kurê xwe M.K'ê û xwarziyê xwe D.A tehdîten xwe didomîne. Xwişka Gulîzarê Nazan diyar kir ku kes guh nade gotinên wan, êdi nizanin li ku ve biçin û çi bikin û got: "Bila êdî denge me were bihîstin." 
 
Azîz Karaman armackiribû ku Gûlîzar Karamana dixwest dawî li zewaca xwe û ya wî bîne qetil bike. Di encama hewildana qetlîamê de Gulîzar bi giranî birîndar bû û hîna Azîz Karaman bi gotinên “Ezê karê xwe di nîvî de nehêlim” gef li Gulîzar dixwe. Kurê wî  M.K û pismamê wî A.D li ser van yekan êrişî Gulîzar û malbata wê dikin. Malbata Gulîzar gumanên xwe parvekirin û gotin bila dawiya her jinî ne heman be.
 
Gulîzar Karaman (34) di 30'ê gulanê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest jê berde, rastî êrişa bi çekdarî hat. Gulîzar a dayika 6 zarokan bi giranî birîndar bû ji mirinê rizgar bû. Êrişkar Azîz Karaman jî piştî reva xwe ya 11 rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê derbarê Azîz Karaman ê ku bi sûcê "teşebusa kuştinê" hat girtin, bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevsera xwe" îdianame amade kir. 
 
2’yemîn danîşîna doza Gulîzarê di 8'ê îlonê de 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Erxaniya Amedê hat dîtin. Şandeya Dadgehê biryara da ku dosya li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin û her wiha biryara domandina girtina wî hat dayîn. 
 
'Dev jî giliyên berdin...'
 
Ligel êrişkar Azîz Karaman di girtîgehê de ye jî bi rêya kurê xwe M.K. Ê 16 salî hem Gulîzarê û hem jî malbata Gulîzarê tehdît dike. Her wiha dema doza Gulîzar dihat dîtin vê demê jî M.K ji malbata Gulîzarê re peyam şand û got: “Dev ji giliyên xwe berdin. Ger hûn vê yekê nekin, tişta pêwîst em ê bikin. Karê ku di nîvî de maye ez ê temam bikim.”
 
Rojên borî M.K dîsa bi bavê xwe Azîz re hevdîtinê kir û piştî hevdîtinê M. bi çekê eriş bir ser birayê Gulîzarê. Birayê Gulîzarê yê ku birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Dûre M.K jî hat binçavkirin. 
 
'Êrişê birayê min kirin'
 
Xwişka Gulîzarê Nazan Demîrel ji ajansa me re wiha behsa bûyerê kir: "Kurê Azîz bê navber gef li me dike. Ligel Azîz hatiye girtin jî dev ji gefên xwe berneda. Azîz hem bi rêya kurê xwe, hem jî birêya xwişka xwe û hem jî birêya kurê xwişka xwe A.D. tehdîtên xwe didomîne. Piştî êriş birin ser birayê min M.K. û A.D hatin binçavkirin. Ji ber ku kurê Azîz M.K. bûyer girt ser xwe A.D. kurê xwişka Azîz hat berdan. Ev tişt bi zanebûn hat kirin."
 
'Em ji ber tehdîtan nikarin derkevin derve'
 
Nazan diyar kir ku ji ber tirsa êrişan ferdên malbatê nikarin derkevin derve û wiha bi lêv kir: "Me xwe di nava malê de heps kiriye. Em nikarin derkevin. Lê belê yên gef dikin û êriş dikin ji derve digerin. Bi serbilindî êrişî li me dikin. Li cihê ew werin heps kirin malbata min û Gulîzar di nava malê de hatine hepskirin. Her tim tehdîtên wekî 'Em ê dawiya malbata we binînin' Ev cesaretê ji ku digriin?"
 
'Gulîzar xwe sûcdar dike...'
 
Nazan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa Gulîzarê: "Ji ber ev bûyerên ku diqewimin Gulîzar xwe gelekî sûcbar dibine. Xwe berpirs dibîne. Derûniya wê xirab bûye. Nikare rakeve, nikare bimeşe, nikare xwarin bixwe. Hertişt ji bo wê gelek giran tê."
 
'Bila Gulîzar neyê qetilkirin'
 
Nazan gilî û gazincên xwe wiha anî ziman: "Kes guh nade gotinên me. Me li kîjan derî xist, derî li rûyê me hat girtin. Em êdî nizanin em ê li ku ve biçin û çi bikin. Bila êdî denge me were bihîstin. Em naxwazin dawiya Gulîzar jî weke jinên hatine qetilkirin be. Bila jin neye qetilkirin. Divê êdî dengê jinan were bihîstin. Ne dozger, ne dad û ne jî polîs me dibînin!"