Parlamentera HDP'ê Semra Guzel sewkî Kandirayê kirin

  • 13:03 14 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, sewkî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê kirin.
 
Parçamentera Partiya Demokratîk a Gelan  (HPD) ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hat betalkirin  û li girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) dihat girtin, sewkî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê hat kirin.  Semra di çarçoveya lêpirsîna Serdozgera Komarê ya Enqereyê de di 2'yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û di 3'yê Îlonê de jî hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Marmarayê. 
 
Semara ya ku li Girtîgeha Marmarayê mehekê bi tena serê xwe di qawîşekê de hat girtin, daxwaznameyên wê yên ku ji rêveberiya girtîgehê re şandin jî bê bersiv hatin hiştin.
 
Sewkî, kandirayê kirin
 
Li gorî agahiyên ku ji parêzerên Semrayê hatin girtin, hat diyarkirin duh ew sewkî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê ku li Kocaeliyê ye kirine.