'Di şexsê Ocalan de Tirkiye hiqûqa xwe jî bi cih nayîne'

  • 09:04 14 Cotmeh 2022
  • Rojane
Habîbe Eren 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Parêzer Gulan Çagin Kalelî, destnîşan kir ku hincetên wekî "Keştî xirabe" û "Rewşa hewayê ne baş e" bi "cezayên dîsîplînê" hatin guhertin û got: "Hemû serlêdanên parêzerên birêz Ocalan û malbata wî bi hincetên hiqûqî heta niha nehatine redkirin. Her wiha Rêzikên Mandela, metneke girîng e ku tê de mafên ragihandinê hatine diyarkirin, li Îmraliyê bi cih nehatin."
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’yê mijdara sala 2021’ê de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’yê cotmeha 2021’ê de li Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir. 
  
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. 
 
Abdullah Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Abdullah Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye qutkirin.
 
Belgeya sereke ya ku standardên ji bo muameleya girtiyan di girtîgehên li çaraliyê cîhanê de destnîşan dike, "Rêbazên Kêmtirîn Standardî yên Neteweyên Yekbûyî ji bo Tedawiya Girtiyan" a sala 1955' an e. Ew di 17'ê kanûn 2015'an de ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat rewizekirin û hat pejirandin. Rêgezên Kêmtirîn Standard ên nûvekirî bi navê "Rêzikên Mandela" hatin binavkirin, ev tişt ji bo rêzgirtina mîrateya Serokê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ku 27 salên jiyana xwe di girtîgehên rejîma Apartheid de derbas kir, hat kirin. 
 
Rêzikên Mandela di heman demê de pîvanên mafên girtiyan ên ji bo danûstandina bi cîhana derve re, gihîştina wan a medyaya girseyî, mafê wan a agahdarbûnê û bikaranîna wan a pirtûkxaneyê jî dihewîne. Di xala 58'an de, "Girtî dikarin bi malbat û hevalên xwe re, di bin çavdêriya pêwîst de, di navberên birêkûpêk de" û di xala 61'an de, "Bi parêzer an jî pêşkêşkerê hiqûqî yê bijareya xwe re, bêyî ku li qada hevdîtinê guhdarî bikin, di nav nepeniyê de bêsansûr dikarin hevdîtinê bikin". Lê belê ne Rêzikên Mandela û ne jî metnên qanûnî yên din, li Îmraliyê bi cih nayên, bêhiqûqî bi rêyên darazê tê manîpulekirin.
 
Parêzer Gulan Çagin Kalelî, derbarê "Rêzikên Mandela" û binpêkirina mafên ragihandinê ya li Îmraliyê de ji ajansa me re axivî. 
 
'Hincet her diguherin' 
 
Parêzer Gulan derbarê tecrîdê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me gelek caran bi lêv kir ku di hiqûqê de îzahata tecrîda ku li Îmraliyê nîne. Hincetên wekî 'Keştî xirabûye', 'Şertên hewayê nebaş in' dihatin nîşandin. Di nav raya giştî ya polîtîk de derbarê hincetan de gelek şîrove hatin kirin. Di şîroveyan de hat diyarkirin ku bingeha wan hincetan di hiqûqê de nîne, hincet raste rast siyasî ne. Niha jî hinceta 'Cezayê dîsîplînê' nîşan didin. Ji ber ku hincetên demên borî êdî deşîfre bû û ne Gelê Kurd êdî derdorên din jî bawer nakin, ji ber vê sedemê jî hincetên xwe guherandin. Heta îro jî daxwaza hevdîtinê ya parêzer û malbatan bi hinceta hiqûqî nehatin redkirin. Ji ber vê sedemê jî parêzerên Birêz Ocalan serî li dadgehên navneteweyî dan." 
 
Gulan, destnîşan kir ku hiqûqnas dizanin çawa pêvajoya hiqûqê tê meşandin û wiha bi lêv kir: "Ji ber vê sedemê tecrîd û redkirina hevdîtinan bi rêya hiqûqê nayê pênasekirin. Ji ber vê sedemê jî hevalên me yên hiqûqnas hem di hêla teknîkî û mevzûatê de gelek serî li dadgehên herêmî û navneteweyî dan." 
 
'Hiqûqa xwe bi cih nayîne'
 
Gulan, diyar kir ku di Rêzikên Mandela de tê gotin ku cezayên dîsîplînê an tedbîrên sînordar divê tu carî mudaxeleyî mafê têkiliya malbatê neke û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hate diyarkirin ku îstîsnayek wekî 'ji bo ewlekarî û nîzamê' di nava hemû rêziknameyê de cih digire, lê di vê rewşê de jî encax ji bo demek sînordar dikare were astengkirin. Çima ez vê rewşê tekez dikim; Di belgeyeke navneteweyî de hatiye diyarkirin ku bi polîtîkayên ewlehiyê yên ku dewleta Komara Tirkiyeyê her ku diçe berfirehtir kiriye û veguherandiye xetên jiyanê, bi awayekî bêdawî û bêpêşbînî nayê girtin. Her wiha di rêziknameyê de hat destnîşankirin ku divê di navbera malbat û hevalên girtiyan de bi rêya nameyan di navberên rêkûpêk de, bi rêya telekomunîkasyon, elektronîk, dîjîtal û rêyên din û helbet bi qebûlkirina serdanê danûstandin bê kirin. Ligel vê yekê di belgeyên navneteweyî de jî ji bo girtiyan mafê hevdîtinê divê teqes hebe. Bi taybetî jî di şexsê birêz Ocalan de, Komara Tirkiyeyê hiqûqa xwe jî bi cih nayîne."