Rojnamevan Dîlan Babat û Firat Can Arslan hatin berdan
- 08:43 14 Cotmeh 2022
- Rojane
KONYA - Rojnamevan Dîlan Babat û Firat Can Arslan ku li Konyayê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan.
Nûçegihana ajansa me Dîlan Babat û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan gava li gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê merasîma cenazeyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarselê ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin dişopandin hatibûn binçavkirin.
Hat diyarkirin ku li Qereqaola Cendirmeyan a Bajêr rojnamevan bi "îfşakirina peywirdarên li dijî terorê têdikoşin" hatine tawanbarkirin.
Rojanmevan piştî îfadeyeke 3 saetî hatin berdan.