Rojnameger Dîlan Babat û Firat Can Arslan hatin binçavkirin
- 16:07 13 Cotmeh 2022
- Rojane
KONYA - Rojnameger Dîlan Babat û Firat Can Arslan ên ku merasîma cenazeyê Nagîhanê dişopandin hatin binçavkirin.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Cenazeyê ku ji Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê hat vergirtin li gundê Xelîkana (Golyazi) Cîhanbeyliyê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Cenaze li goristana gund tê veşartin.
Nûçegîhana ajansa me Dîlan Babat û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyeyê (MA) Firat Can Arslan dema merasîma cenazeyê dişopandin hatin binçavkirin.