'Em ê her tim têkoşîna xwe mezin bikin û bersiva dijminên hov bidin'

  • 14:29 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê, “Festîvala Ciwanan a Şehîd Bawer Agir” bi şahiyekê li dar xist. Jinên beşdarî şahiyê bûn gotin 'Jin jiyan azadî'.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê, Festîvala xwe ya Şehîd Bawer Agir li dar xistin. Di şahiyê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şorşger ê Sûriyeyê wêneyên Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan, Jîna Emînî, cangoriyên azadiyê “Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê” pankartên bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî” , “Berxwedana Rêber Apo heya Metîna, Zap û Avaşîn em ê teqez bi ser bikevin”  hatibûn daliqandin. Di şahiyê de bi sedan ji şênî û Sazî Dezgehên Rêveberiya Xweser amede bûn. Di şahiyê de stran ji aliyê Hunermenda Reqa Mûna EL-Lah ve hat gotin. Her wiha Hunermend Mûeyd El-Şiwêş beşdarî şahiyê bû. Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê dest pê kir û paşê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê ji aliyê Jînda Kobanê ve axaftin hat kirin.
 
'Em ê her tim têkoşîna xwe mezin bikin û bersiva dijminên hov bidin'
 
Jîndayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser rol û misyona jinên ciwan û tevgera ciwanên şoreşger yê sûriyeyê û wiha got: “Em niha li vir hazir in û dibînin ku her çiqas êrîş, zext û hewldanên qirkirinê li ser civaka me tê meşandin. Helbet dijminê me tu carî serkeftin û serhildanên me qebûl nake. Her çiqas ciwan di vê rewşê de û bi taybet di rewşa şerê gelê şoreşgerî de tev bigere û civaka xwe ji şerên sar biparêze divê yek deqe raneweste. Ji ber vê jî  erk û rola ciwanan pir mezin û berfireh e, divê ciwanên me baş vê yekê bizanibin. Bi rastî jî barê ciwanan giran e ji ber ku şoreşek berfireh dide meşandin. Serokatî baş ev yek nirxandiye ku pêwîst e ciwan bi hemû hêz û vîna xwe li hemberî desthilatdariyê û dagirkirinê bibe bersiv û parastina cewherî ya civakê bike. Heya fersenda dawiyê jî dijminê me yê hov bi serê me nahêle  ji ber vê jî em heya kêliya dawiyê û bi fikir û ramanên Rêbertî dê hertim tekoşîna xwe bilind bikin û bersivdayîna dijiminê hov bin.”
 
Piştî axaftinê Jînda Kobanê ciwanan Govend gerandin.
 
Jinên ciwan ên ku beşdarî şahiyê bûne ji ajansa me re wiha nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Êrîşên cûr be cûr li ser pêkhateyên vê herêmê ji aliyê dagirkeriya tirk ve tê kirin’
 
Jina ciwan Nehîde Sûbhî diyar kir ku ev şahî ji bo moralekî bidin gel hat li darxisitin û wiha got: “Em îro li vir kom bûn ji bo festîvala Şehîd Bawer Agir, bi rastî ne tenê ji bo festîvalê em hazir û amede ne. Lê belê ji bo şahiyeke mezin bidin gelên xwe û bihêzkirina ciwanên xwe me li  ir ev şahî bi rêxistin kir. Her kes bala xwe dide rewşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çawa êrîşên cûr be cûr li ser pêkhateyên vê herêmê ji aliyê dagirkeriya tirk ve tê kirin. Lê belê bi berxwedana evqas qehreman û têkoşerên me yên di çeperan de, her tim em di nava jiyanê de li berxwe didin û serî li hemberî van kiryaran natewînin.”
 
‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Rêberê Gelan ji xwe re esas bigirin’
 
Nehîdayê di dawiya axaftina xwe bi lêv kir û got: “Ez bangî tevahî jinên ciwan li her çar perçeyên Kurdistanê dikim. Li hemberî van dagirkeran û desthilatdaran rabin li ser piyan û nehêlin ku planên xwe yên qirêj li ser jinan bidin meşandin. Her wiha bila jinên ciwan felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Rêberê Gelan ji xwe re esas bigirin û rabin ser piyan.”
 
Heman demê de jî Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyeyê Îslim Mihemed ji ajansa me re wiha axivî.
 
‘Liser doza cangorên xwe yên weke Nûjiya,Viyan û Hevîrîn û Arînan’
 
Îslimê di destpêka axaftina xwe de behsa şerê Gelê Şoreşgerî kir û wiha lê zêde kir: “Em niha di derfeta herî baş da ne ku li hemberî dagirkerî dakevin qadan û şerê Gelê Şorşegerî bidin meşandin. Her wiha ji dehan bêhtir xwe birêxistin bikin. Em divê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin tevahî jinên cîhanê û li ser yek armancê bixebitin. Hema kî çi bike bila bike lê kes nikare hêza me ya jinê bişkîne ji ber vê em bi soza xwe ya têkoşînê berdewam in li ser doza cangoriyên xwe yên weke Nûjiya,Viyan û Hevrîn û Arînan.”
 
'Em ê parastina fikir û felsefeya Rêber Apo bikin'
 
Îslimê di dawiya axaftina xwe de festîvala Şehîd Bawer Agir li hemû gelan pîroz kir û  bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê heya kêliya dawiyê axa xwe ji dagirkeran biparêzin ji zarokan bigire dest ta jin û mêran. Em ê bê navber têbikoşin û parastina fikir û felsefeya Rêber Apo bikin. Ez careke din festîvalê li hemû gelan pîroz dikin.”