Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan

  • 14:14 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Tehranê jî parêzer bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin kolanan. 
 
Jîna Mahsa Amînî li paytexta Îranê Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîmê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike, bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Jînayê re di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li seranserî bajarên Îranê bi pêşengtiya jinan çalakî hatin destpêkirin û ev çalakî roj bi roj zêdetir dibin. Her çend ku hêzên rejîmê gelek bajar veguherandibin baregehên leşkerî jî, çalakiyên gel hêj berdewam in. 
 
Li Tehranê jî çalakî bênavber berdewam in. Parêzerên Tehranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan. Hêzên rejîma Îranê bi xaza îsotê êrişî parêzeran kir. Her wiha li ser Cehdeya Weliyeser a Tehranê jî hêzên rejîmê raste rast gule li çalakvanan barandin. Di serî de Gewherdeşt, Kerec, Reşt, Esfehan, Bender Ebas, Miraban û Hemedan, li gelek bajarên din çalakî berdewam dikin. 
 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê; di encama êrişên hêzên rejîma Îranê de heta niha 23 jê zarok, bi giştî herî kêm 202 kes hatine qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.