Malbata Nagîhan Akarsel cenazeyê wê girt û ber bi gund ve kete rê

  • 14:14 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
KONYA - Malbata Nagîhan Akarsel, piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê Nagîhanê girt û ber bi gundê wê yê Golyazi yê navçeya Cîhanbeylî ve ketin rê. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Malbata Nagîhan, piştî kar û barên otopsiyê, cenazeyê keça xwe ji Nexweşxaneya Bajêr a konyayê wergirt û ji bo definkirinê ber bi gundê Golyazi (Xelîkan) yê Cîhanbeyliyê ve ketin rê. Tê payîn ku cenazeyê Akarsel saet di 14.30’an de bigihije gund.