Li dijî ‘qanûna sansurê’ kampanyaya #SusmakYok hat destpêkirin

  • 14:14 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
STENBOL - DÎSK Basin-Îşê li dijî “Qanûna Sansûrê” ya li Meclisê hevdîtinên wê tên kirin, kampanyaya “SusmakYok” da destpêkirin. 
 
Bi şirîkatiya AKP-MHP “Qanûna Sansûrê” pêşkêşî Meclisê hat kirin. Niha li Meclisê li ser vê qanûnê hevdîtin tên kirin. AKP-MHP her çiqas ji vê re bêje “qanûna guhertina çapemeniyê” jî lê muxalefet wek “qanûna sansûrê” pênase dike. Îro jî li Meclisê hevdîtin li ser van qanûnan tên kirin. 
 
Basin-Îş a girêdayî Konferdarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) beriya li Meclisê li ser van qanûnan hevdîtin dest pê bike, li ser medya dîjîtal bi etîketa “#SusmakYok #EmêBêdengNebin” da destpêkirin. Gelek rêxistinên rojnamevanan û rojanemvan tev li vê kampanyayê bûn û hashtagê belav dikin. Gelek siyasetmedar, hunermend û akademîsyen û welatî jî tev li kampanyaya vê hashtagê bûn. Etîket di kêliyek kurd de ket rêza ewil a rojeva Tirkiyeyê.