Suphan Çabuk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin

  • 13:40 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Girtî Suphan Çabuk ku li Girtîgeha Kalkandereyê hatibû qetilkirin, li Pasûr a Amedê bi girseyî hat definkirin. 
 
Endamê HPG’ê Suphan Çabuk (Bager Amed) di sala 2016’an de di dema şerê xwerêveberiyan de hat girtin û 4 salan di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ma. Suphan di 16’ê kanûna 2020’an de sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hat kirin. Suphan, duh li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin. Li ser vê yekê malbata Suphan cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Rîzeyê wergirt û anî Pasûr a Amedê. 
 
Cenazeyê Suphan li Pasûrê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bi hatina cenazeyê Suphan re şêniyên navçeyê li ber mala şînê ya navçeyê kom bûn. Cenaze bi dirûşma “Şehîd namirin” ji wesayîta cenazeyê hat derxistin. 
 
Piştî wecibeyên olî jî cenaze ji bo definkirinê birin Goristana Navendê ya Kevin. Cenazeyê Suphan ji hêla malbat û xizmên wî, endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pasûrê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û şeniyên navçeyê ve hat oxirkirin. 
 
Piştî definkirina cenaze, girse derbasî mala şînê ya navçeyê bû.