'Astengkirina Nobeda Edaletê bêhiqûqî ye'

  • 13:08 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Parêzerên Malbata Şenyaşar ên li dijî astengkirina Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar gilî kirin gotin:"Astengkirina Nobeda Edaletê bêhiqûqî ye." 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di rja 584’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar çû Girtîgha Xarpêtê hevdîtina lawê xwe Fadil Şenyaşar ku 4 sal in di hucreyê de tê ragirtin. Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê dest bi nobeda îro kir. 
 
Di rojên dawî de Cigirê Serdozgerê Komarî yê Rihayê F.D. û hin dozgerên din tê xwestin nobeda malbatê bê astengkirin. Ev demek dirêje polîs li ser fermana dozgeran malbatê dorpêç dikin û nahêlin ku malbat di ketina edliyê de nobed bigire. 
 
'Astengkirina Nobeda Edaletê bêhiqûqî ye'
 
Duh jî malbatê û parêzeran xwest daxuyanî bidin lê li ser biryara Cîgirê Serdozgerê Komarî yê Rihayê daxuyaniya li baxçeyê edliyeyê hat astengkirin. Lê tevî astengiyê jî parêzeran daxuyanî da. Parêzeran xwest bi dozger re hevdîtinê bikin lê cîgirê dozger bi rêya parêzvanên xwe ragihand ku ew naxwaze hevdîtnê bike. Parêzerên malbata Şenyaşar derbarê cîgirê dozger ku van biryarên “bêhiqûqî” digire de li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) de gilî kirin. Parêzeran xwest HSK derbarê berpirsiyaran de ceza bide. 
  
Ferît Şenyaşar ê nobedê didomîne jî destnîşan kir ku nobeda wan di bin zilmê de didome û parêzeran wan li dijî zilmê û neheqiya li wan tê kirin giliyê dozger kirine û xwest HSK mufetîşan bişîne û dest bi lêpirsînê bikin.