Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin

  • 11:47 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku li bajar kirine leşkergeh û li her cihî belav kirine, xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in. Şeva borî li Sine û Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve 3 kes hatin qetilkirin.
 
Li Rojhilatê Kurdistanê duh di roja 26’an de li bajarên Bokan, Sine, Seqiz, Mehabat, Kirmaşan, Bane, Merîwan, Kamîran, Îlam û çend navendên xwepêşandan û nerazîbûnan bi dirûşmeya, “Jin, jiyan, azadî’ li dijî qetilkirina Jina Mahsa Amînî berdewam kir.
 
Tevî ku hêzek leşkerî ya zêde li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine bicihkirin û rasterast xwepêşanderan gulebaran dikin, lê xwepêşander li dijî hêzên Îranê li ber xwe didin û li dijî desthilatdariya Îranê dirûşmeyan berz dikin.
 
Li gorî agahiyan, di xwepêşandanên duh de, li Kirmanê 2 kes û li Sine kesek ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin. Li Merîwanê jî ciwanek bi guleya çifteyê birîndar ku nêzî 120 saçma li laşê wî ketiye.
 
Li paytexta Îranê Tehranê duh jî xwepêşandan hebû. Parêzerên Tehranê bi dirûşmeya, “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan. Polîsên Îranê bi gaza îsotê mûdaxeleyî parêzeran kir. Li kola Weliyeser a Tehranê hêzên Îranê rasterast gule li xwepêşanderan barand.
 
Li bajarê Gewherdeşt, Kerec, Reşt, Esfehan, Bender Ebas, Mîraban, Hemedan û çend navendên din xwepêşadan û nerazîbûn hebûn.
 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heya niha herî kêm 201 kes ku 23 ji wan zarokin, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û hezaran kes jî hatine binçavkirin.