Welatî berê xwe dan mala Nagîhanê

  • 11:31 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
KONYA - Piştî ku bihîstin cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel dê bînin gundê Golyazî yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, bi sedan kes berê xwe dan gund. 
 
Akademîsyen, rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê cotmehê li ber mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Cenazeyê ku ji bo kar û barê otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Konyayê dê piştre bibin gundê wê ya Golyaziya Cîhanbeyliyê. 
 
Serê sibê Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Dîlşat Canbaz, Abdullah Koç, Mehmet Ruştu Tîryakî hatin gundê Golyaziyê. 
 
Her wiha gelek nokteyên lêgerînê yên cendirmeyan danîn ser rêya Kulu û Cîhanbeyliyê ya Konyayê. Rêya Karatepe ya ku ber bi gundê Golyaziyê ve diçe ji hêla polîsên trafîk û jendermeyan ve hat girtin. Welatiyên ku diçin gund jî nasnameyên wan tên kontrolkirin. 
 
Piştî ku ji mizgeftê ji bo cenazeyê Nagîhan sela hat xwendin, bi sedan şêniyên gund dest bi hatina mala malbata Nagîhanê kirin. Kesên ku hatin malê wêneyên Nagîhanê girtin. Jinan bi kurdî li ser mîrateya Nagîhanê dilo gotin.
 
Her wiha ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes ji bo tevlîbûna cenazeyê ber bi Golyaziyê ve bi rê ketin.