Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
- 08:58 13 Cotmeh 2022
- Rojane
RÎZE - Cenazeye Suphan Çabuk ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hat qetilkirin, ji aliyê malbata wî ve ji ATK'ê hate girtin û ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Suphan Çabuk ku di sala 2016'an de hatibû girtin û 16'e berfanbarê ji sala 2020'an heta niha li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ragirtî bû dûh hat qetilkirin. Piştî ku malbata Suphan agahiya qetilkirina wî bihîst bi Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmed Gunduz, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Pasûrê ya Amedê Asim Ozgen ve ketin rê û nîve şeve gehiştin Rîzeyê.
Malbata Suphan cenazeyê xwe li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rîze girtin û ji bo definkirinê ber bi navçeya Pasûrê ya Amedê bi rê ketin. Her wiha Rêxistina HDP ya Rîze jî li ber ATK li cem malbatê bû.