Jina ciwan ku ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin vegeriya Şengalê

  • 15:43 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ciwan a êzidî Sewsen Heyder ku beriya 8 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin vegeriya Şengalê.
 
Jina ciwan ya bi navê Sewsen Heyder (24) di dema êrİşa li ser Şengalê de ya 3’yê Tebaxa 2014’an de tevî 9 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin. Piştî 8 salan ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li kampa Holê hat rizgarkirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî radestî malbata wê kir.
 
Sewsen Heyder spasiya QSD/YPJ’ê kir ku ew di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de rizgar kir, her wiha ji ber vegera xwe li malbata xwe, kêfxweşiya xwe nîşan da.
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Ilyas jî ji Rojnewsê re got: “Em bi vegera revandiyan kêfxweş in. Em rola YPJ’ê di rizgarkirina jinên Êzidî de pîroz dikin. Em spasiya QSD, YPJ’ê û Mala Êzidiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.”
 
Hefteya bihurî, YPJ’ê bi serkêşiya berdevka xwe Rûken Mihemed ciwana Êzidî Sewsen Heyder radestî YBŞ’ê kiribû da ku li malbata wê vegerînin.