Du fîrma birina cenazeyê Nagîhan Akarsel redkirin!

  • 15:32 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Du fîrmayên hewayî yên Tirkiye Pegasus û Turk hava yollari birina cenazeyê akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel bi rêya hewayî ji bo Tirkiyeyê red kirin.
 
Akademîsyen, rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê cotmehê li ber mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî ya MÎT’a Tirk de hat qetilkirin. Piştî çend saetan kujer li ser zextên jinan û welatiyan hatibû girtin û li xwe mikûr hate ku ji Tirkiyeyê hatiye û wî Nagîhan Akarsel qetil kiriye.
 
Piştî hatina endamên malbata Nagîhan Akarsel û şandeyek ji HDP’ê 8’ê cotmehê cenaze ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve hate şandin. Nêzî 5 roj in ku cenaze li Hewlêrê dihate rawestandin û bi hincetên cûda şandina cenaze dihate astengkirin, tevî bîlet jêre hate birrîn jî li ser daxwaza balyozê Tirk Alî Riza Gûney şandina cenaze bi rêya hewayî hate astengkirin.
 
Li gorî agahiyan 5 roj in malbat û şande li Hewlêrê bi karûbarên yasayî yên şandina cenaze re mijûl bûn, lê fîrmayên rêyên hewayî Pegasûs û Turk Hava Yollari li gel ku bîleta cenaze dane jî paşê birina wê redkirine.
 
Hate gotin, malbat û şandeya HDP’ê cenazeyê Nagîhan Akarsel ji balafirgeha Hewlêrê vegerandine û hewl didin di deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasê Silopiyayê bikin û ji wir jî ber bi cihê lê jê dayîk bûye ve were oxirkirin.