Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin

  • 15:24 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Girtiyê bi navê Suphan Çabuk li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hat qetilkirin. Malbata wî ji bo cenaze bigire bi rêket, cenaze dê li Pasûra Amedê bê definkirin
 
Girtiyê bi navê Suphan Çabuk li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dihat ragirtin, hat qetilkirin. Hat zanîn ku piştî rewşa Suphan giran bûyî, rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî agahiya ku ji malbatê hat girtin di seetên serê sibê de rewşa tenduristiya Suphan xirabbûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Berpirsên girtigehê piştre dibêjin bên cenazeyê xwe ji Saziya Tiba Edlî (ATK) bigirin. 
 
Malbata ji bo cenazeyê xwe bigire bi rêketin û dê cenaze binîn Pasûrê defin bikin. 
 
Her wiha demên borî Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di rapora xwe ya “Rapora Binpêkirinên li Girtîgehên Herêma Behra Reş” de ji bo Suphan wiha gotibûn: "Xwîna girtiyê nexweş Suphan Çabuk tîr dibe û tevî vê yekê jî nayê tedawîkirin.”