Cenazeyê Nagîhan Akarsel tînin Silopiyê

  • 14:35 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Piştî ku hat astengkirin cenazeyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê bi sûîkastê hat qetilkirin, bi rêya hewayî bînin li ser vê yekê bi rêya bejayî tînin Şirnexê. 
 
Endama Navenda Lêkolînê ya Jinolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, akademisyen, rojnameger Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê de li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Ji ber prosedurên hilgirtinê yê cenaze yê Balafirgeha Hewlêrê wê cenaze bi rêya bejayî ji bo li Konyayê bê definkirin bînin Silopiyê. 
 
Bi konvoya Parlamenterê HDP'ê Huseyin Kaçmaz û malbata Nagîhan jî tê de ye gelek kes derketin ser rê. Tê hêvîkirin konvoy saet di 17.00'an de bigihêje Deriyê Sînor ê Xabûrê yê Silopiya Şirnexê.