IPPNW: Derbarê çekên kîmyewî de divê lêpirsîn were destpêkirin

  • 14:22 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê çekên kimyewî ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de tê bikaranîn de IPPNW’ê rapora xwe aşkera kir û got: "Delîl hatin bidestxistin û divê lêpirsîn were destpêkirin."
 
Yekîtiya Bijîjkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê / Bijîşkên Xwedî Berpirsyariya Civakî (IPPNW) derbarê çekên kimyewî ya li hemberî Herêma Parastina Medyayê ya Herêma Federela a Kurdistanê de tê bikaranîn de raporek aşkera kir. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: 
 
"Heyeteke ji IPPNW Swîsre û Elmanyayê di 20-27’ê îlona 2022’yan de çûbûn Başûrê Kurdistanê. Heyetê diyar kir di vê serdana xwe de wan hinek delîl bi dest xistine ku artêşa Tirk di hinek waran de Peymana Çekên Kîmyewî bin pê kiriye.
 
Di nav delîlên ku heyetê bi dest xistine, ev tişt hene: Li qadeke ku êdî kes lê tune artêşa Tirk ji bo hilberandina klorê konteynirên hîdroklorîk asît û ya dermanê kincan bi kar aniye. Di heman demê de qutiyên maskeyên gaza yên ji bo parastina ji çekên kîmyewî jî hene. Heyetê di rapora xwe de qala dîmenên bi çekên kîmyewî jî kir. ANF’ê ev dîmen par ve kiribûn. Di van dîmenan de leşkerên Tirk cîhaza ji bo şandina gazê ya ber bi şikeftekê de, amade dikirin.
 
PDK’ê heyeta ji çar kesan pêk dihat a IPPNW’ê asteng kiriye û ji ber vê heyetê nekariye bi mexdûrên êrîşên kîmyewî re hevdîtinê bike. Heyetê bi endamên parlementoyê, saziyên civaka sivîl, çalakvanên civakî jî tê de bi gelek kes û saziyan hevdîtin kiriye. Derbarê îddîayan li ser komek vîdeo û wêneyan jî hate sekinandin.
 
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar di daxuyaniyekê de li xwe mikur hatibû ku li Garê di dema êrişekê de ‘gazeke rondikrêj’ bi kar anîne. Gaza rondikrêj dikare ji bo kontrola serhildanên xwepêşandanan were bikaranîn lê li gorî Peymana Çekên Kîmyewî nabe ku li qadeke leşkerî were bikaranîn.
 
Divê were diyarkirin rabirdûyeke dewleta Tirk heye ku di şerên çekdarî de çavê xwe ji qedexekirina bikaranîna gaza rondikrêj re digire. Di sala 1999’an de li Elmanyayê jî hinek analîz hatibû kirin û hatibû îspatkirin ku artêşa Tirk di têkoşîna li dijî PKK’ê de gaza rondikrêj bi kar tîne. Hatiye tespîtkirin ku artêşa Tirk di sala 2010’an de bombeyên gaza rondikrêj a di kategoriya leşkerî de hilberandiye û ev tê wateya binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî. Derketiye holê ku di sala 2004’an de jî leşkerên Tirk li qadên leşkerî perwerdehiya gaza rondikrêj stendiye.
 
Hinek şop û delîl hene ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye. Di payîza 2021’ê de li Werxelê piştî şer li herêmê bîdonekî 30 lître yê asîta hîdroklorîk û bîdonekî 5 lître yê dermanê kincan hatiye tespîtkirin. Li gorî heyetê ev madde dikarin ji bo hilberandina klorînê werin bikaranîn.
 
Heyetê bal kişand ser qutiyên maskeyên gazê yên ku leşkeran li pey xwe hiştine heye. Li ser qutiyan nivîsa C2A1 heye. Ev pirs derdikeve holê ku leşkerên Tirk çima xwe ji maddeyên kîmyewî biparêzin. Hikumeta Tirk heta niha PKK sûcdar nekiriye û negotiye ku PKK li Bakurê Iraqê çekên kîmyewî bi kar aniye.
 
Ji ber gumanên ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye, divê OPCW lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin. Heyetê ji bo kesên êrîşan bandor li wan kiriye jî bang li Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê kir ku bila alîkariya tibbî bide van kesan."