Rojnameger Dilîşan Îbîş bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' hat bibîranîn

  • 13:23 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Di salvegera 5'emîn a rojnameger Dilîşan Îbîş malbat û hempîşeyên wê ew bi tenê bernedan û li gora Dilîşanê bernameya bibîranînê hat lidarxistin. 
 
Rojnamevan û nûçegihana ajansa ANHA'yê Dilîşan Îbîş di 12'ê Cotmeha 2017'an de dema ku pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAIŞ'ê dişopand, li ser riya Xerafî yê di navbera Hesekê û Dêrezorê de li gel hevalên xwe Rizgar Denîz, Hogir Mihemed û komeke sivîl ji aliyê otombîlên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ'ê ve hat hedefgirtin. Di encamê de rojnameger Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, rojnameger Rizgar Denîz a di êrişê de birîndar bûbû, dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Bi boneya salvegera 5'emîn a Dilîşan Îbîş, îro bi dehan rojnamevan û xebatkarên dezgehên çapemeniyê yên li herêma Firatê û bajarê Minbicê ji Ajnasa ANHA, Ajansa NÛJINHA, Radyoya Dengê Kobanê, Radyoya Sacur, Jin Tv, Ronahî Tv, Rojava Tv û malbata wê li goristana Şehîd Dîcle kom bûn.
 
Merasîma bîranînê ku ji aliyê koordînasyona Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ya herêma Firatê ve hatibû birêxistinkirin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama YRJ`ê ji aliyê endama meclisê Berçem Cûdî ve hat xwendin.
 
Peyam wiha ye:
 
Di şexsê hevrêya me ya rojnamevan şehîd Dilîşan Îbîş de, em hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin, soza bicîhanîna armanc û xeyalên wan dubare didin. 
 
Hevala me Dilîşan Îbîş ku ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava xebatên çapemeniya azad de bi ked, hewldan û dildarî cih girt u xebat da meşandin, em weke hevalên wê yê rojnemevan keda wê ya pîroz îro di salvegera şehedeta wê de careke din bi minnetdarî bi bîr tînin. Dilîşan Îbîş her tim bi hevaltiya xwe ya gerim û ruhê xwe yê paqij tevlî peşxistina ragihandina azad bû, kelecana şoreşê her tim zindî jiyankir û bû mînaka fedekariya bê hesap. Dilîşan destpêkê di radyoya dengê Kobanê de û paşê di ajansa HAWAR’ê de dest bi meşa xwe ya ronîkirina heqîqetê kir. Ew yek ji avakerên Radyoya Kobanê bû û di wê xebatê de rolekî mezin leyîst. Di heman demê de wek mamoste û rêveber bû. Di radyoyê de berpirsyar bû, li ku pirsgirêk derketa wê çareser dikir û hemû xebatkar perwerde dikir. Weke kesayet jî şehîd Dilîşan kedeke mezin di ber endaman de da, loma di roja îro de bi dehan endam di radyoyê de dixebitin û hewil didin ku xwedî li keda wê derkevin, riya wê bişopînin, xebat bi pêş bixin û bibin deng û rengê jinên berxwedêr, têkoşer û bindest.
 
Hevala me Dilîşan Îbîş, xwest bi hevaltiya xwe ya rast û dirust bibe şopdara jinên ji bo heqîqetê têdikoşin. Her dixwest pêngavên şer bişopîne, herî zêde jî dixwest hovîtiya ku çeteyên DAIŞ'ê bi serê jinan û gelan de dianîn bike rojev û ji raya giştî re ronî bike. Şehîd Dilîşan ji bo derxistina azarên koçberan, êş û kêfxweşiya jinan têkoşîneke mezin da meşandin. Her wiha ew her dem di nava lêgerîna azadiyê de bû, dixwest bibe dengê rastiyê. Ji bo pêşketina çapemeniyê kedeke bêhempa da û xwe bi lez û bez bi pêş xist, ev asta ku îro em gihîştinê bêguman bi saya wê û tevahî şehîdên vê xetê ye.
 
Di dawiya 2016`an de dest bi xebatên ajansa ANHA`yê li bajarê Qamişlo kiribû ku dîsa nûçegihaniya şer dikir. Şehîd Dilîşan weke nûçegihana şer beşdarî tevahî pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destên çeteyên DAIŞ`ê dibe ku herî dawî pêngava Bagera Cizîrê dişopand.
 
Di 12'ê Cotmeha 2017'an de dema hêzên QSD'ê komek sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar dikir, ji bo naskirin û şopandina rewşa koçberan, Dilîşan bi hevalên xwe Rizgar Denîz û Hogir Mihemed re berê xwe bê dudîlî da cihê bûyerê. Heya kêlîya ku şehîd ket wek jinekî lêgerînvanê rastiyê her erk û mesuliyeta ku diket ser milê wê bê tereddût û bi eşq bi cîh anî.
 
Dilîşan Îbîş di oxira eşkerekirina  rastiya hovîtiya DAIŞ'ê de, ragihandina kiryarên ku li dijî jinan hatine kirin, bû sembol û pêşenga heqîqetê. Li ser şopa Gurbetellî Ersoz bû deng û rengê tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bû dengê berxwedan û serkeftina şervanên şoreşa netewa demokratîk.
 
Em careke din di şexsê hevala me şehîd Dilîşan, şehîd Hogir û şehîd Rizgar de soz didin hemû hevalên xwe yê rojnamevan ku di riya rastiyê û azadiyê de şehîd bûne ku em ê xwedî li mîrasa ku wan ava kiriye derkevin û heya nefesa xwe ya dawî di oxira armanc û rêgezên ku wan jî esas girtin de xebatê xwe dewam bikin û bi ser bixin.
 
Piştre dayika Dilîşan Îbîş Şemse Mihemed Elî destnîşan kir ku keça wê ji hevalên xwe hez dikir, kombûna hevalên wê yên li ser gorê jî wê kêfxweş dike.
 
Merasîma bibîranînê bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.