Li Amedê 'Nobeta Edaletê': Li ser mirinê polîtîkayê nekin

  • 11:46 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ku li ber ATK'ê ya Amedê pêk hat, malbatan daxwaza azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin kir û vê bangawaziyê kirin: "Partiyên siyasî ger ku îro xwedî girtiyan dernekevin dê kengî derbikevin. Li ser mirinê polîtîkayê nekin."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hatibû destpêkirin, li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê berdewam dike. Endam û rêvebirên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) û Komeleya 78'an ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn.
 
'Kesek dengê me nabihîze'
 
Ji malbatên girtiyan Herdem Merwanî axivî û diyar kir ku gelek caran gotine ku ew mafê jiyanê yên girtiyên nexweş diparêzin û bi lêv kir ku gelek caran ev gotinên xwe dubare kirine. Herdem, destnîşan kir ku ew her çiqasî bi israr in di binpêkirina mafên girtiyan de em jî di têkoşîne de bi israr in û wiha domand: "Gelek caran em dibêjin ji girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin re azadî. Heta îro çawa me bersivek erênî negirtibe, di heman demê de şerekî derûniyê li ser girtiyan û malbatan tê meşandin. Ev 16 roj in rewşa bavê min girane û nabin nexweşxaneyê. Rêvebiriya girtîgehê girtiyên nexweş nabin tedawî nakin. Me gelek caran daxwaziyên xwe anî ziman. Lê kesekî dengê me nebihizî. Em çixwasî pirsgirêkên xwe tînin rojevê  ew ji rojevê derdixin û daxwaziyên me bê bersiv dihêlin."
 
'Li ser mirinê polîtîkayê nekin'
 
Herdem, daxuyand ku ew nêzîkatiya hikûmetê şermezar dikin û axivî: "11 meh in çalakiya me didome. 11 meh ne kêm e. Divê hemû girtiyên nexweş heta îro bihatana tedawî kirin. Her çixwasî rewşa wan giran dibe, mafê wan jî ji destên wan tê sitandinê. Hikûmet bila peywira xwe bi cih bîne û xwediyê girtiyan derbikevin. Partiyên siyasî ger ku îro xwedî girtiyan dernekevin dê kengî derbikevin. Li ser mirinê polîtîkayê nekin. Rojek berê rojek girtiyên nexweş berdin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.