Semra Guzel dernaxin faliyetên hevpar û faksên wê nayên şandin

  • 11:34 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzera Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku îdareya girtîgehê daxwaznameyên muwekîla wê bê bersiv dihêlin, dernaxin faliyetên hevpar û faksên wê nayên şandin.
 
Piştî destnedayina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hat rakirin şûnde hat girtin û niha jî bi binpêkirina mafên li girtîgehê rû bi û dimîne. Ji parêzerên OHD'ê Arzu Eylem Kayaoglu ya çû Girtîgeha Silivriyê ya Semra lê tê girtin bal kişand ser neheqiyên ku li girtîgehê li Semrayê tên kirin. 
 
Bersiv nedan daxwaznameya wê
 
Arzu da zanîn ku Semra demekê di qawişekê de bi tena serê xwe hat girtin û got:"Semra ji bo bi keseka li gel qawişa wê ye bimîne daxwazname da lê belê bersiv nehat dayin. Her wiha tu daxwazên Semrayê nayên bi cih û wê dernaxin faliyetên hevpar. Faksên muwekîla min ji meclîsê ji şêwirmendên xwe şandine hene lê belê ev faksana jî nagihêjin cihên pêwist. "