Abdullah Ocalan: Yên ne ahlaqî û polîtîk in wê heqîqetê nebînin

  • 09:04 11 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jîna Mahsa Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin û piştî vê nîqaşên der barê ‘ahlaqê’ de tên meşandin. Nirxanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê kirine jî derdixe holê ku divê mirov çawa li saziya ahlaqê binêrin.
 
Jîna Mahsa Amînî li Îranê ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ ve hat qetilkirin û piştî vê li bajarê Saqiz û Senendeç ya Rojhilatê Îranê çalakiyan destpê kir û li hemû bajarên Îranê belav bû. Bi hefteyane çalakî ddomin û bi pêşengiya jinan ev veguherî tevgereke şoreşê.
 
Der barê qetilkirina ku rejîma Îranê di bin navê ‘ahlaqê’ de pêk anî de, bertek didomin û li her derê jinên daketin qadan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berzkirin, porê xwe jê kirin. Jîna ku bi hinceta ahlaqê hat qetilkirin, piştî vê nîqaşên ahlaqê jî rû dan. Bê navber tê îfadekriin ku gotina ahlaq û saziya ahlaqê her tim ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve tê berovajîkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî diyar dike ku saziya ahlaqê hîmê civaka demokratîke û di pirtûkên xwe de der barê vê nirxandinên kirine hîna jî tezetiya xwe diparêze û carek din rojevîn derxist holê.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku li hember civaka hilberîner a kapîtalîst, civaka endustrî û civaka netew-dewlet, aliyên civaka polîtîk û ahlaqî ya modernîteya demokratîk, civaka eko-endustriyel û civaka konfederal demokratîk derketiye pêş û di heman demê civaka demokratîk jî wek civaka polîtîk û ahlaqî vedinasîne.
 
Abdullah Ocalan her wiha dibêje beriya civaka ahlaqî û polîtîk bê venasîn, der barê xweserbûna wê de easekê çiqas dubare bike wê evqas başe û dibêje: “Civaka polîtîk û ahlaqî li aliyekî başî, kêfxweşî, rastî û xweşikbûn, li aliyê din jî azad, wekhev û demokratîke.” 
 
Esasa ahlaq
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku başî û kêfxweşî esasa ahlaq îfade dike û wiha dinirxîne: “Rastî girêdayê heqîqetê ye. Mirov nikarin heqîqetê ji dervê civaka ahlaqî û polîtîk lê bigerin. Yên ne ahlaqî û polîtîk, nikarin heqîqetê bibînin. Xweşikbûn jî armanca estetîkê ye. Ez xweşikbûna ji civaka ahlaqî û polîtîk der, xweşikbûn hesab nakim. Xweşikbûn ahlaqî û polîtîk e.Têkiliya azadî, wekhevî û demokrasiyê ya bi civaka ahlaqî û polîtîk re baş hatiye nirxandin. Tu civak bi qasî civaka ahlaqî û polîtîk ne xwdî hêza ku azadî, wekhevî û demokrasiyê bîne. Esasa yekem, guherîna civaka ahlaqî û polîtîk girêdayê kapasîta wê ye. Ger civaka ahlaqî û polîtîk di alî mezinbûnê de  ji holê ranebe, civaka herî mezin a dikare xwe biguherîne ye. Bêguman di tu civakê de ahlaq û polîtîk bi giştî ji holê ranabe. Lê kar û barên wan dikarin pir bên tengkirin. Mînak di civaka modernîte a kapîtalîst de, di sedestiya netew-dewletê de, ahlaq û polîtîka daxistina asta herî jêr û heta tunekirinê teng kirine. Gelo bi sînorkirina polîtîka û ahlaq civan diguhere? Na. Bervaojî vê di bin statuya hiqûqî ya pir tûnd û ferzkirina homojenî de, wan difetisînin. Kapasîta guherînê li aliyekî bimîne, ji bo avakirina yek çandî, yek tîp welatî di bin navê homojenkirinê de guherîn hatiye sînokirin û daxistiye plana dawî. Di dîtbarî de civaka modern ji mirovan re dikare rengîn bê xuyakirin. Lê ev dîmenek bi giştî ya propanganda û medyatîkbûnê ye. Rastiya wê yek rengîniye: ya reş e ya jî spiye. 
 
Yek rengî nebaşî û tengezariye
 
Di tu civakê de fikara homojenbûyînê tune. Yek rengînî, nebaşî, tengezarî û xizanî tê dîtin. Pir rengî jî di esasa xwe de dewlenmendî, xweşbinî û xweşikbûnê dihewîne. Di bin van şertan de wekhevî û azadî zêdetir pêkane. Lê ya xwe dispêre cudahiya ne azadî û wekheviye. Azadî û wekheviya bi destê netew-dewletê pêk hatiye, di hemû tecrubeyên li cîhanê de ku hatiye tespîtkirin ji bo tekelên xwe ne. Desthilatdarî û sermaye rastî û wekheviyên rast nadin. Azadi û wekhevî ancax bi terza siyaseta demokratîk a civakî demokratîk bê qezenckirin. Dibe ev pirs bê pirsîn: Ev pergal wê evqas cudabûnan çawa rake? Bersiva ji bo vê tê dayîn, di esasa civaka ahlaqî û polîtîk de yekitiye. Şertê têr û yekane ya ji bo azadî û wekheviyê civaka polîtîk û ahlaqiye.”
 
Texrîba ahlaq û civakê wekheve
 
Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de diyar dike di şertên modernîta kapîtalîst de civaka ahlaqî hatiye tengkirin, bê bandor hatiye hiştin û nirxandinê wiha berdewam dike: “Dîsa li şûna rêbazên ahlaqî, kodên hiqûqî hatine bicih kirin. Wek çina burjuvazî, ahlaq kirine kaduk û serdsetiya çîna xwe di bin navê hiqûqê de bi awayekî pir baldar kod kiriye û li civakê ferz kiriye. Li şûna civaka ahlaqî civaka hiqûqî tê îkamekirin. Di vir de em bi guherînên pir girîng re tên rû hev. Di dîrokê de jî hewldana hiqûqîkirinê tê dîtin. Lê hiqûq tu carî wek ya modernîteya burvuva ketiye kêliyan. Ya esas tişta pêk tê di bin navê hiqûqê de tekelbûna çinî ye, afirandina tekelbûna hiqûqê ye. Lê civak bi hiqûqê nikre bê rêveberkirin. Bêguman cihê hiqûqê heye. Ji ber vê mirov nikarin dest ji hiqûqê berdin. Lê di bin navê hiqûqa pozitîf de, hikûka dewlet ferz dike ne hiqûqa adîle. Texrîba ahlaq û civakê wek hev e.
 
Civaka cih nade rêgeza ahlaq nikare xwe bidomîne
 
Yên pêk tên vê rastiyê nîşan didin. Civakên wek yên DYA û Rûsyayê ku gelek balê dikşînin, xwe saetekê jî bê statuko û bêyî rêbazên hiqûqa fermî xwe nadin jiyîn. Dem bi demî di demên aloziyê de me dît ku bêyî hiqûqa fermî civak vediguhere qada hovîtiyê. Di esasê de ev rewş rastiyekê îfade dike. Me ev wek reşa şer a heta damarên civakê hatiye nexşkirin venasîbû. Di van demên aloziyê de, di krîzan de ev aşkera tê tespîtkirin. Potansiyela krîz herî mezin, bi civakên hiqûqa fermî re tê dîtin. Sedema vê jî ji rêgeza ahlaqî bêparzin. Ger li cihekî krîza di asta karasetê de bê jiyîn sedema vê nebûna  aliyên ahlaqiye.”