ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 11 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Carna bi çirûskek ji awirên çavan, carnan bi pêlek ji deng, carna herikîna hestên dilsoz, carna bi heybet û xweragirî, carna bi asta têgehiştin û zanabûna xwe, carna jî hezkirina wê ya wekî çemên Kurdistanê bênavber diherikî, ew herikand nava dilê bi milyonan û da hezkirin. Bayên ji bilindiya çiyayê Cudî diherikîn xwe li kezî û biskên wê dialand, li beriya Dêrika Hemko weke xifşexezalekê asî û serbilind bû lêger, heval, hogir û hevrêya bedewiyan Hevrîn Xelef. Di hemû jiyana xwe de bi qasî sînornenasiya dilê xwe azad jiya û bi şehîdbûna xwe re jî bû find û şemala ronahiyê û sembola jinên azad. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jinên li Êlih, Dîlok û Wanê bal kişandin ser binpêkirina mafên girtiyan û gotin: "Li Tirkiyeyê edalet nemaye. Hem li ser girtiyan û hem jî li dervê li hember gel zilmek mezin heye. Divê kurd bibin yek û li dijî zilma li hember girtiyan rabin ser piyan."  BI DÎMEN 
 
* Jîna Mahsa Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin û piştî vê nîqaşên der barê ‘ahlaqê’ de tên meşandin. Nirxanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê kirine jî derdixe holê ku divê mirov çawa li saziya ahlaqê binêrin.
 
*Midûra me ya nûçeya Safiye Alagaş ya hat girtinê û endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel îmzeya wan yekem car di 2009’an de di DÎHA’yê de dema dest bi pîşeyê kirin hat gel hev. Yekemîn nûçeya her du rojnamegeran nûçeya Koma Aştiyê ya bi banga Rêberê PKK’ê hatibû.
 
*Dayika, Helîn Hasret Şen a di qedexeyên derketina derve de hat qetilkirin, Nazmiye Şen diyar kir ku li şûna gumanbaran ew tên cezakirin û bertek nîşanê mîhrîcana li Sûrê pêk tê da û got: “Bila biçin ji dayikên dilbirîn re bêjin ‘me li cihên zarokên we hatin qetilkirin lîstin, me şahî kir’. Yên diçin mîhrîcanê jî bila ji wijdana xwe şerm bikin.” BI DÎMEN
 
*Jinên ku diyar kirin ji bo komkujiyên nû pêk neyên divê bersûc derkevin holê banga beşdariya doza Onur Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir jê tê darizandin, kirin. BI DÎMEN