Li Dêrzorê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

  • 15:41 10 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Dêrazorê di salvegera 24`emîn a komploya navneteweyî de daxuyaniyek dan û gotin: "Bi yekitiya xwe em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.”
 
Jinên ji Dêrazorê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li pêş Akademiya Civaka Demokratîk a li herêma Seba kîlo ya rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Komîteya Sotmeniyê Fatima El Kiwêt ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de binçavkirina rêber Ocalan û siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelan û kesayetên azadîxwaz hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Wekî tevgera jinên ji Dêrazorê ku fikrê rêber Ocalan wekî minare û destpêka rizgariyê dibînin, em ê berxwedanê mezintir bikin. Em di wê baweriyê de ne ku tiştê Dêrazor, jin û zarokên wan rizgar kiriye, fikrê rêber Ocalan e.”
 
Jinan bal kişand ser piştevaniya dewleta Tirk a dagirker ji DAIŞ`ê û komên din ên çeteyan re û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê bilind bikin, li dora rêbertî kom bibin û bi yektiiya xwe dê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.”