Ji hunermendan piştevaniya bi dirûşma 'Jin jiyan azadî'
- 15:16 10 Cotmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê ya kujerê Jîna Emînî û bi sedan jinan e, didome. Hûnermendan jî bi hûnera xwe piştgirî dan xwepêşandaran.
Bi berdewambûna serhildanên seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hemwelatiyan bi awayên cûda nerazîbûnên xwe diyar dikin. Hunermend jî alîgirên gel in û bi hunera xwe nerazîbûna xwe ya li dijî rejîM faşîst a Îranê nîşan didin. Yek ji nerazîbûnan bi reng sorkirina ava Parqa Xûrî ya bajarê Şîraze ye.
Berê nîha jî hunermendek ne nas li Tahran, di nerazîbûnên li beramber qutkirin, kuştin û tundîtûjiya beramberî xwepêşandaran gola parqa xwendevanan, şanoya Şeher, koma Fatimî û mala hunermendan bi rengê xwîn boyax kiribû.
Nerazîbûnên li Rojhilat û Îranê berdewam e û rejîma Îslamî ya Îranê bi êrişan, qutkirina dengê xwepêşanderan û bi kuştinan hewil didin dawî li xwepêşandanan bînin.