'Nagîhan dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' kiribû felsefeya jiyanê'

  • 09:02 10 Cotmeh 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
NAVENDA NUÇEYAN - Rojnamevan û edîtora kovara Jinolojiyê Nagîhan Akarsel ku li Kurdistanê di gelek projeyên bi nirx de bû pêşeng bi sûîkastekê hate qetilkirin. Hevala wê Necîbe Qeredaxî ya pêre demên dirêj xebat daye meşandin Nagîhan bi van gotinan şîrove kir: "Wê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ kiribû felsefeya jiyanê. Wê mîrateyek mezin bi felsefeya xwe ji me re hişt. Îro dora me ye em ê bi pênûsa Nagîhan û bi felsefeya wê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Di sedsala 21’emîn de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku felsefeya Jinolojiyê ye weke pêla serhildanê belav bû. Di pêvajoya ku jinan bi vê fersefeyê sedsala 21'emîn vegerand sedsala jinê de, edîtora Jinolojiyê Nagihan Akarsel a ji Bakur, Başûr heta Rojavayê Kurdistanê destên xwe dirêjî bi hezaran jinên kurd kiriye û derbarê jinan de projeyên bi nirx pêş xistiye, di 4’ê Cotmehê de li ber avahiya xwe ya li bajarê Silêmaniyê ye bi sûîqastekê hate qetilkirin. Li dijî sûîqasta weke parçeyek ya konsepta tunekirina têkoşîna azadiya kurdan û jinan e her ku bertek mezin dibin 10 guleyên li Nagîhan ketine li çavê dijminan û hevkarên wan jî dikevin. 
 
Her ku desthilatdar dikevin zorê êrişî jina kurd dikin û hedef didin nîşandan. Em mînaka vê ji qetilkirina Jîna Mahsa Amînî û Nagihan Akarsel de jî dibînin. Hevalên wê yên ku pêre di armanca wê de hevkar bûn Necîbe Qeredaxî û Rênas Zal qala Nagîhan Akarsel kirin.
 
Ew hezkirina wê ji zarokatiyê bû
 
Beriya qala xebatên Nagîhan were kirin pêwîst e qala zarokatiya wê ya tije hezkirin û bi hesret jî were kirin. Nagîhan di 1977’an de li Konyayê di nava malbatek kurd de çavê xwe li cîhanê vedike. Nagîhan li gel sê xwişk û birayên xwe mezin dibe. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Konyayê diqedîne. Herçiqasî di nava malbatê de qala rêxistinbûyîna kurdan û jinan neyê kirin jî Nagîhan pirtûkan dixwîne û ji zarokatiyê ve wê hesret û hezkirina azadiyê himbêz dike. Ji malbatê veşartî pirtûkan dixwîne, lêkolînan dike û xwe pêş dixe. Ew zanîngehê beşa ragihandin û radyoyê qezenç dike. Li zanîngehê jî xwe digihîne wê hezkirina xwe. Di serî de di çapemeniya azad de xebatê dide meşandin û li qadên cuda de erkê digire. Ew jî şoreşa parastina welatê xwe di pênûsa xwe de dibîne û dev ji wê bernade.
 
Ew ji welat hate sirgunkirin
 
Nagîhanê piştî ku bi salan li Bakurê Kurdistanê karê çapemeniyê kir û herî dawî jî xebatên Jinolojiyê kir.  Ew ji ber cezayê lê hatiye birîn neçar ma derkeve ji derveyî welat. Nagîhan sirgunî Başûrê Kurditanê dibe û li wir jî xebatên xwe yên jineolojiyê dide berdewamkirin. Ji Efrînê heya Şengalê xwe digihîne bi hezaran jinan. Çîrokên wan hîn dibe û ji bo civakê bêhtir vebêje lêkolînên berfireh dike. Bi lêkolîn, pênûsa xwe ya bi hêz, zanîn û zanebûna xwe, bi berhemên xwe re bi giştî mîrateyek mezin ji jinên kurd re hişt. Bi wê re jî sînordar nema, atolye li dar xist, mamostetî kir, jina hîn kir, agahdar kir û wan bi rêxistin kir. Bi armanca xwe jî bi taybet ji bo jinên Başûr bû hêviyek mezin a serxwebûnê. Wê li hember hişmendiya baviksalar û desthilatdar ji bo cihê jinê bêje projeya pirtûkxaneya jinên Kurdistanî da pêşiya xwe û di xebatên wê de riyek girîng derbas bûbû.
 
‘Felsefeya jin jiyan azadî dijî’
 
Rêhevala Nagîhan, Necîbe Qeredaxî diyar kir ku ew ji bo projeya berhevkirina şûnwarên Kurdistanî, di sala 2018’an de Nagîhan nas kir. Necîbe got min mirovek di wê kûrbûnê de nas nekiribû û wiha qala rêhevaltiya xwe dike: “Dîrokek gelek kûr û veşartî li gel Nagîhan hebû. Di aliyê agahiyên xwe de deryayek bû. Agahî ji hezkirin, ji dayina wateyê berhev dikir. Di sala dawî de jî me bi hev re dest da projeya akademiya jinolojiyê û pirtûkxaneya jinên Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê. Di nava xebatan de me bêhtir da û stend, me bêhtir hevdu nas kir. Her ku min nas kir min cudabûna wê dît û hezkirina min a li hember wê zêdetir dibû. Ez nikarim bi gotinan van hestên xwe bi lêv bikim. Min tim jê re digot tû bi hemû aliyên xwe ve felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji dil dijî. Ji her tiştekî re wate dida û hezkirina wê gelek mezin bû. Kedek û têkoşînek mezin dida. Bi rexneyên xwe re û bi hêzdayîna xwe re hertim bû pêşeng. Hertim ji bo derdora xwe ked dida.”
 
‘Evîndara Kurdistanê bû’
 
Necîbe diyar kir ku Nagîhan evîndara Kurdistanê bû û wiha qal kir: “Hezkirina wê ya Kurdistanê dibû sedem ku her karê xwe ji dil û bi rêk û pêk bike. Hertim digot pêwîst e di asta herî baş de zimanê kurdî bizanibim. Heta zaraveyên zimanê kurdî hîn dibû. Herwiha ji bo felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi jinên kurd ên Başûr jî bide qezençkirin zaraveyan weke ferzek didît. Mirovan fêm dikir û li gorî çanda wan û zimanê wan ji wan re tiştê dixwest vedigot. Ji wê re xeyalek bû. Wê jin pêş xistiba û qetlîamên jinan bidana sekinandin. Wê li hember hişmendiya baviksalerî ya li Başûr bi bandor e çareserî pêş xistiba. Hewil dida li hemberî hişmendiya serdest û desthilatdar rêxistinek baştir ava bike. Digot em ê bi van armancan hafizeyek jinê li Başûrê Kurdistanê ava bikin. Bi taybet li Başûr hafizaya jinan darbeyên giran xwariye û êşên mezin jiyane. Divê em têkoşîna wan mezin bikin. Pirojeya pirtûkxaneyê ji vê fikarên wê yên bi nirx derket holê. Ev xewn û xeyala wê bû. Digot jinên Kurdistanê heq kirine xwedî arşîva xwe û hafizaya xwe bin. Digot em afrînerên civaka xwezayî û şaristaniyê ne. Pêwîst bû em xwedî li vê hafizaya xwe derbikevin. Herî zêde em ê weke jinên kurd vê yekê bikaribin bikin.”
 
‘Bêhna jiyanê jê dihat’
 
Necîbe wiha axaftina xwe da berdewam kir: “Ez bi rojan dikarim qala hezkirin û hêrsa wê bikim. Vê bandor li derdora wê jî dikir. Bi kê re axivîba, wê bê guman bi sekna xwe û fikrên xwe bandor dikir. Bêhna jiyanê jê dihat. Hertişt xweşik dikir û bi wate dikir. Hezkirina wê ya xwezayê jî pir bala min dikşand. Rast e ku kesek ji xwezayê hez bike dikare xwedî dilek fireh û tije hezkirin be. Her sibeh radibû dest dida şînatiyan û ji wan hez dikir. Ez tim heyrana wê enerjiya wê bûm. Min tim ji Nagîhan re digot bi qasî ku kes heq kiriye qedir bide wan. Lê wê digot ‘na jinên kurd azadî heq kirine. Em çibikin jî kêm e’ Girîngî dida maneviyatê. Digot ger mirov wî aliyê xwe tije bike wê heya dawî li pey doza xwe bin. Wê digot ger em kedek wisa bidin wê ew kes pişt nedin me. Hewildana wê gelek zêde bû. Ew ne tenê jinek têkoşer, hafizeyek bû.”
 
‘Hevalên wê, armanca wê pêk tînin’
 
Necîbe got em li pey daxwazên wê û armanca wê ne. Necîbe wiha berdewam kir: “Em ne tenê hewil didin em soz didin Nagîhan. Lewra suikasta hatiye kirin bi bernamekirî bû. Dewleta dagirker çiqas bi plan û bername bi ser gelê kurd de tê xuyaye. Hertişt  li ser esasê qirkirina gelê kurd pêk tîne.”
 
'Em dev ji têkoşîna wê bernadin'
 
Hevala wê ya xebatê Rênas Zal jî bi van gotinan Nagîhan vegot: “Nagîhan ji bo me pêşengeg bû. Di keşifkirina dane û zanyariyan dîrokî yên zanista jinolojiyê de, di roja îroyî de xwedî kedek gelek mezin bû. Nirxên mirovahiyê yên ji aliyê jinan ve hatine afirandin û ev bi hezaran salane nehatine eşkerekirin, mîna arkeologek di qadê de lêkolîn kir û hîmên nasnameya xwe bi wate kir. Di heman demê de heval Nagîhan şoreşgerek bû ku hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd kir. Di vê astê de jî nirxên mezin da têkoşîna jinê jî. Li dijî hişmendiya baviksalerî ya dagirker ku jinan qetil dike em ê ji cihê Nagîhan hiştiye têkoşînê mezintir bikin. Em natirsin. Em nakevin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Jin jiyan Azadî.”