Hêrsa li dijî komployê ya ji Çukurovayê heta Egeyê

  • 17:46 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bertek li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat nîşandan û dirûşmên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin berzkirin. 
 
Di 24'emîn komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li metropolên Tirkiyeyê meş hatin lidarxistin daxuyanî hatin dayin û panel hatin lidarxistin. 
 
Îzmîr
 
Li Îzmîrê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA), HDK, (HDP, OHD bi dirûşma "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Derketina Basmaneya Fuara Enternasyonal hat gel hevdu. Ji ber dorpêçkirina polîsan girseyê bi çalakiya rûniştinê ev rewş şermezar kir. Li vir daxuyanî hat dayin. 
 
Piştî daxuyaniyê 5 kes hatin binçavkirin. 
 
Edene
 
DBP, TJA, HDK, HDP'ê li Edeneyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Karakış, di bin dorpêça polîsan de da zanîn ku polîs sûc dike û got ji bo çareseriyê navnîşan Abdullah Ocalan e. 
 
Mehmet ê komplo şermezar kir banga hestiyariyê kir. 
 
Mêrsin
 
Li Mêrsînê li ber avahiya HDP'ê ya Akdenizê li dijî komploya navneteweyî daxuyanî hat dayin
 
Li Mêrsînê li ber avahiya HDP'ê ya Akdenizê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin li dijî tecrîdê ew ê têkoşîna aştiyê mezin bibe. 
 
Enqere 
 
Bi beşdariya TJA, HDP, DBP,  MED TUHAD-FED'ê li Enqereyê têkildarî komploya navneteweyî panel hat lidarxistin. 
 
Di panelê de Parêzer Dogan Erbaş axivî û got bi sîstema tecrîdê komplo didome. Dogan da zanîn ku gelek dewlet hatin gel hevdu û ev komplo pêk anî û got ev rêbazeke îdamê ye li demê hatiye belavkirin e. 
 
Panel bi axaftin, pirs û bersivan bi dawî bû.