Li Rihayê girse li gel êrîşan, li dijî komployê meşiya

  • 16:08 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
RİHA - Li Rihayê li dijî koploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş hat li dar xistin. Polîsan êrîşî girseyê kir lê li gel êrîşan jî girseyê meşa xwe dewam kir. Di meşê de 3 kes hatin binçavkirin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê li dijî komploya 9’ê cotymehê ya 1998’an de ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat bi dirûşmeya “ Em bi azadiyê ve dimeşin” li Rihayê meş hat lidarxisitn. Beriya meşê girse li Qada Topçûya navçeya navendî ya Haliliyê ya Rihayê kom bû. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û Siddik Taş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û bi sedan kes tevlî meşê bûn.
 
Beriya meşê polîsan girseyê kir bin ablûqayê. Ligel astengiyan jî bi sedan kes kom bûn. Polîsan diyar kir ku bi tenê ji daxuyaniyê re destûrê didin û êrîşî meşê kirin. Beriya meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîdê rakin deriyê Îmraliyê vekin aştiyê ava bikin” hat vekirin. Di pankarta kurdî de ji ber peyva “Îmralî” hebû polîsan xwestin dest bidin ser pankartê.  Girse pankart neda û vekir. Ayşe Surucu ya HDP’yî bertek nîşanê bêtehemûliyê da û got pankart ji ber kurdî ye dixwazin dest bidin ser.
 
‘7 sal in kaos heye’
 
Di daxuyaniyê de Siddik Taş ê HDP’yî axivî. Siddik, anî ziman ku 24 sal berê kesên tarî di şexsê Abdullah Ocalan de komployek navneteweyî pêk anîn û wiha got: “Armanca wê komployê tasfiyekirin bû. Birêz Ocalan ji bo ku kaos kûr nebe ji bo çareseriyê komplo vala derxist. Dema birêz Ocalan axivî aramiyek ket nava Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. 7 sal in kaos heye. Kesên ku aramî û aştiyê nexwastin ev tişt kirin. Sedema qeyrana aboriyê jî ev e. Em bang  li rayedaran dikin; dev ji van polîtîqayên xwe berdin. Tecrîda li Îmraliyê demildest bila bê rakirin. Bila birêz Ocalan biaxive. Pirsgirêka Kurd bila bi rêyên demokratik bê çareserkirin. AKP ji vê gelelî re çareserî ava nekir. Dema deriyê Îmarliyê hat vekirin dê çareserî jî bibe. Xeynî vê tu rêyek tune ye.  We hemû rêyan ceribanandin lê hûn negihîtin armanca xwe.”
 
Girse li dijî mudaxaleyê jî meşiya
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmralî" û "girtiyên siyasî vîna me ne " bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girse dest bi Meşa Azadiyê kir. Polîsan pêşiya qirseyê di derketina qadê de girtin. Girse ablûqaya polîsan derbas kir û ber bi Navenda Kar û Bahçivan Ahmet ve meşiyan. Di dema meşê de tim dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.
 
3 kes hatin binçavkirin
 
Polîsan êrîşî girseyê kir. Di dema êrîşan de li  welatiyên bi navê Hatîce Goktepe, Omer Kistak û Îbrahîm Damdam dan û ew binçav kirin.  Girse li dijî êrîşan bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ve bersiv da.
 
Girse heta avahiya HDP’ê ya Rihayê meşiy û meşa xwe dirûşman bi dawî kir.