Li dijî komployê dirûşma 'Bijî Serok Apo' ji Qoserê bilind bû

  • 15:22 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Rêxistina KCD, DBP, TJA, HDP, MEDTUHAD-FED, MEBYA-DER'ê li dijî Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin  bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” re meşiyan.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêveberiya Federesyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandinê li navçeya Qoserê rûxmê astenk û ablûkaya polîsan meş lidarxistin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ber bi Azadiyê ve Dimeşin û Tecrîdê Dişkînin" hilgirtin.
 
Di serî de hevserokê HDP’ê yê navçeya Qoserê Fatîh Ozturk metna daxuyaniyê xwend û bi van gotinan koplo şermezar kir. Fatîh got wê têkoşîn û berxwedana me dîwarên Îmraliyê bişkîne û bigihihêje azadiyê.
 
‘An azadî, an azadî’
 
Piştî metna daxuyaniyê berdevka HDP’ê parlementer Ebrû Gunay axivî û got: “Tam beriya niha 24 salan komployek navneteweyî pêk hat. Ev komployek li dijî azadiya Rojhilata Navîn, Tirkiye û herî girîng jî Gelê Kurd pêk hat. Ev 24 sal in me ev komplo vala derxist. Rûxmê hemû gef û astengiyan, rûxmê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan me komploya wan û armanca wan vala derxistin. Herçiqasî tercrîd vegeriya be rêbaza rêveberiya Tirkiyeyê jî em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan temînata demokrasî û azadiyê ye. Wê tu kes li hemberî me nikaribe raweste. Em cardin ji vir dibêjin an Azadî an Azadî. ”
 
‘Nikarin me têk bibin’
 
Piştî wê parlementer Pero Dundar axivî û got: “Ev pêngavên şerê sêyemîn ya cîhanê bû. Xwestin bi komployê re darbe li Rojhilata Navîn bixin. Belê darbeyek bû, ji bo me rojek reş e. Lê belê ne tenê ev e. Rêxistina ku xwestin birûxînin bi hêztir bû. Li dijî komployan îro li dijî tecrîdan têkoşîna xwe bilind kirin. Em ê li dijî tecrîdê û komployan tora xwe mezin bikin. Wê nikaribin me bi van bernameyên xwe yên qirêj têk bibin. ”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” re bi dawî bû.