Li Agirî, Semsûr û Dîlokê li dijî komployê çalakî

  • 15:07 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Agirî, Semsûr û Dîlokê welatiyan li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin û şermezar kirin.  
 
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin, li Dîlok û Semsûrê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
 
Çalakiya li Dîlokê ji aliyê rêxistinên partiyên DBP û HDP'ê yên bajêr û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate lidarxistin.
 
Li Parka Yeşîlsû daxuyaniyek hate dayin. Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Avnî Bînîncî axivî û diyar kir ku daxwaza bingehîn a Kurdan bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
 
Di daxyaniyê de hate ragihandin ku şer, hêzên serwer li ser piyan dihêle û tecrîda tê ferzkirin sûcê şer e.
 
Semsûr
 
Li Semsûrê jî endamên TJA'yê, rêxistina HDP'ê ya Bajêr, Partiya Çep Kesk û gelek ji şêniyên herêmê tevlî çalakiyê bûn.
 
Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, bila tecrîd bi dawî bibe, rêya çareseriyê bê vekirin" hate hildan.
 
Piştî daxuyaniya Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekîr Gurbuz dirûşm hatin qîrîn û çalakî bi dawî bû.
 
Agirî
 
Li Bazida Agiriyê bi pêşengiya TJA, DBP û HDP'ê li dijî komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmehê de ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. 
 
Li Bazida Agiriyê bi pêşengiya TJA, DBP û HDP'ê li dijî komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmehê de ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Bi dirûşma "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" meş hat lidarxistin. 
 
Gelek kes beşdarî meşa li Cadeya Îsmail Beşikçi pêk hat bûn. Pankarta "Li dijî komplo tecrîd û sîstema îşkenceyê ya li zindanan û terkirina mirinê ya girtiyên nexweş em ber bi azadiyê ve dimeşin" hat hilgirtin. 
 
Di meşê de azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin. 
 
Meş li ber avahiya HDP'ê bi dawî bû.