Ji Kurdistanê heta Ewropayê gel ki dijî komployê li qadan e
- 13:11 9 Cotmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehhezaran kes li dijî komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 9'ê Cotmehê daketin qadan.
Li dijî komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di serî de li gelek bajarên Kurdistanê li Ewropayê bi dehhezaran kurd û dostên kurdan daketin qadan.
Li Hesekê û Qamişloyê gel got "Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo" dixwazin.
Kurd û dostên kurdan li Ewropayê daketin qadan
Li Ewropayê di serî de Kopenhag, Paris, Brüksel, Strasbourg, Marsilya li gelek bajaran bi dehhezaran kes li dijî komployê bûn yek û şermezar kirin.