Li Qamişlo û Hesekê li dijî komployê gel herikî qadan

  • 12:47 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên li Qamişlo û Hesekê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan.
 
Bi xwepêşandanên girseyî şêniyên Qamişlo û Hesekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku mîna vê rojê beriya 24 salan dest pê kiriye (9’ê Cotmeha 1998’an) dema Abdullah Ocalan ji Sûriyê derketiye, şêniyên Qamişlo û Hesekê daketin qadan.
 
Şêniyan wêneyên Abdullah Ocalan rakirin û diurşmên şermezarkirina komploya navneteweyî berz kirin.
 
Di xwepêşandana Qamişloyê de dayikan pankartên "Hemû şêweyên îxanet û komployan têk bibin, rêber Apo bi fîzîkî rizgar bikin", her wiha di xwepêşandana Hesekê de jinan pankartên "Em li dijî îxanetê parastina rûmeta xwe bikin" hildan.