Konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê bi dawî bû

  • 11:56 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 9'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê bi hilbijartina Meclîsa Jinan a Kongra Star bi dawî bû. Jinan di konferansê de bal kişandin ser rizgarkirina civakê ya ji zihniyeta baviksalarî. 
 
9'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê bi dirûşma "Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser kevin", bi tevlîbûna 400 delegeyan dest pê kiribû û di konferansê de, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed axivîbû û rewşa siyasî şîrove kiribû.
 
Remziye Mihemed di dawiyê de got: "Ruxmî kêmasiyan, lê divê jin têkoşîna civakî mezin bikin da ku şoreşa jinan biparêzin û rêgezên hevjiyana azad bisepînin ku malbateke azad û demokratîk ava dikin.”
 
Paşê, sînevizyonek hate pêşandan û piştre perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî doza jinan ji aliyê berdevka Komîteya Civakî ya Kongreya Star a kantona Hesekê Nîda El Salih ve hatin xwendin.
 
Piştî wê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hesen rapora kar û xebatên Kongra Star a 2 salan xwend.
 
Di dawiya konferansê de, meclîsa jinan a Kongra Star a kantona Hesekê hat hilbijartin ku ji 12 endaman pêk tê.