Nobeda Edaletê di roja 580'yî de ye

  • 11:37 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne û kurê xwe Ferît Şneyaşar ku çalakiya wan a Nobeta Edaletê di roja 580’emîn de berdewam dike ev peyam parve kir:in “Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 580’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir. 
 
Malbatê li ser hesabê medyaya dîjîtal hesabê Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kir û ev peyam parve kir: “Em bêrawestan li pey edaletê dibezin. Her care em bi astengiya ‘serdestan’ re rû bi rû man. Vê carê jî weke asteng em barîkatan re rû bi rû man. Em ê van bi hev re derbas bikin. Ji ber ku li pişt wan hêvî û edalet heye.”