Berxwedana xwe ya jêkirina por xêz kir

  • 09:08 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bêrîvan Aydin a ku li girtîgeha Şakranê girtî ye, bi armanca piştevaniyê berxwedana di pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê de, xêz kir û porê xwe jî li wêneyê ku xêz kir zêde kir.
 
Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê bi îşkenceyê hat qetilkirin li rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya jinên kurd de berxwedan hat destpêkirin û li tevahiya Îranê belav bû. Bi armanca piştevaniya berxwedanê li gelek welatan jin daketin qadan, qetilkirina Jînayê şermezar kirin û piştgirîdan berxwedanê. Ji van jinên ku piştgirî dan yek jê jî li Bêrvan Aydin a li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê girtî ye.
 
Bêrîvan di nameya ku ji malbata xwe re şand de, li wêneyê ku bi armanca berxwedanê xêz kir porê xwe jî zêde kir.