ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 9 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Jinan diyar kirin ku qetilkirina Nagîhan Akarsel hinceta mezinkitina têkoşînê ye û wê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" têkoşîna wan qezenc bike. Her wiha jinan got ku yên di vê pêvajoyê de bêdeng dimînin, ên pişta xwe didin têkoşînê ne ji wan e. BI DÎMEN 
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya 24 salan bi sekn û berxwedana xwe, gelan jî bi serokatiya xwe li dijî komployê ‘meşiyan azadiyê’ û komplo vala derdixin. MEDYA KRÎTÎK
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica der barê komploya 9’ê cotmehê de axivî û got: “Fikra ‘jina azad civaka azad’, di nokteya avakirina hevjiyana azad û lêgerîna maf û azadiya jinê de, rola me jinan bi bîr dixe û rolek girîng ji bo pêşîvekirinê dilîze.” BI DÎMEN