Li Geverê ji bo meşa 9'ê Cotmehê belavok hatin belavkirin

  • 16:39 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li Geverê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek bê lidarxistin û ji bo meşê belavok hatin belavkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê sibe li Gever a Colemêrgê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşekî li dar bixe. Têkildarî mijarê bi tevlbûna Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û endamên partiyê li navenda navçeyê belavok hatin belavkirin. Partiyiyan, belavok belav kirin û ji welatiyan xwestin ku tev li meşê bibin. 
 
Di dema belavkirina belovakan de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.