Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Jinan: Em ê li ber xwe bidin

  • 15:44 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser sûcên ku li herêmê tê kirin û gotin: "Em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, êriş û sûcên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin."
 
Bi dehan endamên  Partiya Sûriya Pêşerojê, rêxistinên civaka sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê û Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef a  li Reqayê kom bûn û têkildarî salvegera 3'yemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyanî da. Cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk rola xiraber di gûririna şer de list da ku planên xwe yên taybet pêk bîne û desthilata Osmanî nûjen bike. Her wiha hate gotin: "Destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê bi dagirkirina bajarên Bab, Cerablus û Ezazê re dest pê kir, piştra herêma Efrînê dagir kir da ku nasnameya wê ya kurdî îmha bike."
 
'Milkê gel tê talankirin'
 
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên  dewleta Tirk  ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ku 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kirin û ev tişt hatin diyarkirin: "Dewleta Tirk a dagirker bi desteka komên çekdar ên çete yên girêdayî xwe di bin navê kaniya aştiyê de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di van êrişan de hemû cûre çekên pêşketî û yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne li dijî sivîlan bi kar anîn. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn, bi deh hezaran ji mal, bajar û gundên xwe koçberî kamp û bajarên derdorê hatin kirin. Armanca dewleta Tirk herêm ji niştecihên wê yên resen vala bibin, milkên giştî û tayet talan bike û guhertina demgorafîk pêk bîne."
 
'Sûcekî şer û sûcekî li dijî mirovahiyê ne'
 
'Di daxuyaniyê de îşaret bi peymanên agirbestê hate kirin û wiha hate domandin: "Tevî ku dewleta Tirk a dagirker du peymanên agirbestê bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine, lê êrişên xwe li ser bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Til Temir, Eyn Îsa û yên din didomîne da ku tirsê bixe nav sivîlan, herêmê vala bike û bi hedefkirina navendên av û kehrebeyê binsaziya herêmê têk bibe. Di encama van kiryaran de bi hezaran sivîl li Hesekê û derdora wê ji ava vexwarinê bê par in ku dewleta Tirk avê wekî çeka şer bi kar tîne. Ev kirin hemû li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne û sûcekî şer û sûcekî li dijî mirovahiyê ne."
 
Di daxuyaniya Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku dewleta Tirk nîşaneyên olî, çandî û dîrokî yên herêmê dike hedef, herî dawî bi navê vegera dilxwaz  projeya bicihkirinê derxist ku milyon penaberên ji malbatên komên çekdar li herêmê bi cih bike û di encamê de demografiyaya wan biguherîne.
 
'Dixwazin vîna jinan bişkînin'
 
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc dewleta Tirk ji sûc, binpêkirin û dagirkirina xaka Sûriyê bi hincetên ne di cih de, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û têkbirina jiyana hevbeş û biratiaya gelan a di navbera gelên herêmê de ye. Her wiha hate gotin ku armanca dewleta Tirk ew e ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku gelên herêmê ava kiriye  têk bibe ku ya herî serkeftî li erdîngariya Sûriyê ye.
 
Her wiha di daxuyaniyê îşaret bi êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefkirina sivîl, fermandar û kesayetên navdar û jinên pêşeng  hate kirin û ev tişt hate gotin: "Bi van êrişan dixwaze îradeya jinan bişkînin.  Jinên pêşeng û fermandar serkeftin û destkeftî pêk anîn ku cîhan matmayî hişt, her wiha derseke têkoşîn û berxwedanê dan. Jinan soz dan xwe ku civakê bi rêve bibe  û jiyanê ber bi azadî, aştî û wekheviyê ve bibin. Jinan rêxistina herî terorîst a DAIŞ'ê têk bir. Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê, bi taybet sûcên li dijî jinan hatin şermezar dikin." 
 
'Têkoşînê xurt bikin'
 
Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin. Her wiha bang li aliyên têkilar ên kar û barên Sûriyê û dewletên garantorên agirbestê hatin kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê derxînin.
 
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan ên Sûriyê kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wê yên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî hevgirtî bin û asta têkoşînê xurt bikin.