Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyeyê ve tê oxirkirin

  • 15:32 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi merasîmekê cenazeyê Endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyeyê ve tê oxirkirin.
 
Endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di êrişek çekdarî de hat qetilkirin. 
 
Li Hola Ecê Xanimê ya Silêmaniyê merasîma oxirkirina cenazeyê Endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a berbi Tirkiyeyê ve  bi tevlîbûna gelek kesan pêk hat.
 
Di merasîmê de, Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî axivî û got: “Guleya ku îro li Nagîhan Akarsel hat avêtin, îhtîmal e sibe li we û malbatên we jî were avêtin, bila kes li vê herêmê xwe nexapîne û nebêje ez ne siyasetmedar im û ezê kumê xwe bigirin ba nebe. Demeke kumê azadiyê li vê herêmê bayê biriye, pewîstiya me bi vegerandinê heye.”
 
Herwiha peyama Komîteya Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji aliyê Perwa Elî ve hate pêşkêşkirin û got: “Daxwazê ji hikûmeta Iraq, Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin ku li ser vê dosyayê tawîzê nedin Tirkiyeyê.”
 
Endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê Seywan Rostem jî axivî û got: “Karwanê jin, xebat û jiyan bi qetilkirina Heval Nagîhan Akarsel re dawî nabe. Ev qetilkirinên wiha, wê zêdetir teşwîqa şoreş û têkoşîna ji bo bi destxistina maf û azadiyê bike.”
 
Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Hisên Kaçmaz jî wiha axivî: “Heval Nagîhan yekem kese li Başûrê Kurdistanê tê qetilkirin. Em dixwazin ji berpirsên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Silêmaniyê re bêjîn, naxwazên êdî ji bo cenaze û kuştina bêne Başûrê Kurdistanê û Silêmaniyê. Lewma pêwîste bikujê van êrişên terorîstî werin eşkerekirin û rê li êrişên nû ji bigirin.”
 
Piştre jî peyama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji aliyê Banû Helebceyî ve hate xwendin û di peymanê tê gotin ku divê ji bo serxistina projeya Nagîhan Akarsel bi yek armancê kar were kirin.
 
Piştî temambûna axaftinan cenaze berbi Hewlêrê were hate oxirkirin. Piştî ku li Hewlêrê karûbarên yasayî temam bûn, wê bi riya balafirê bişînin Enqerê û ji Enqerêyê berbi cihê jê dayikbûyi Konyayê ve were oxirkirin.