Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê grev destpê kir

  • 15:02 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku çalakvan û kesayetên siyasî bi rêya torên civakî li dijî hikûmeta Îranê banga grevê kirin û li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên mezin ên Îranê xwepêşandan, nerazîbûnan û grev dest pê kir.
 
Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ku di 13'yê îlonê de li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve bi hinceta "porê wê xuya dike" rastî îşkenceyê hatibû, di 16'ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Jînayê gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Îranê serî rakir. Greva ku di 19’ê îlonê de li seranserê welat dest pê kir, belavî bi dehan bajajaran bû û çalakiyên protestoyî yên bi girseyî hatin lidarxistin. Jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li kolanan pêşengiya çalakiyan kirin. Her wiha li çar aliyê cîhanê jî piştgiriya çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin. 
 
Berxwedana heta îro jî berdewam kir. Beşek ji çalakvanan di torên civakî de bang kirin ku îro li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bibe roja raperîna dijî Komara Îslamî. Her wiha 400 nivîskar û wergervanên Îranê û derveyî welat bi daxuyaniyên cuda bang li kom û sendîkayên Îranê kirin ku raperîn bigihîne armanca xwe li seranserî Îranê dest bi greva giştî bikin.
 
Li beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê greva giştî destpê kir û li hejmarek zanîngeh û bajarên Îranê xwepêşandan û nerazîbûnan destpê kir.
 
Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, li bajarê Sine, Mehabat, Ciwanro, Bokan, Merîwan, Seqiz, Dîwandere û çend navedên din ên Rojhilatê Kurdistanê esnafan bi girtina dikanan dest bi grevê kirin.
 
Herwiha li gel greva giştî ya Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Meşhed, Efsehan, Tehran, Şîraz, Kerec, Sine û çend bajarên din welatî daketin qadan û niha li van bajaran xwepêşandan berdewam dikin.
 
Her wiha mîna rojên din, careke din xwendekarên zanîngehên Elzehra, Azadî ya Tehranê, Zanîngeha Navneteweyî ya Qezwên û Zanîngeha Şerîfî ya Tehranê li gel boykotkirinê dest bi raperîn û çalakiyên nerazîbûnê kirin. Xwendekar daxwaza berdana hemû xwendekarên hatine binçavkirin kirin