Cenazeyê Rojda Şîk li Karazê hat definkirin

  • 11:04 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
 AMED -  Li bejahiya gundê Darê ya Geverê ku di 18’ê îlonê de Rojda Şîk a endama YJA-STAR’ê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Rojda li navçeya Karaza Amedê hat definkirin.
 
Cenazeyên 2 endamên YJA-STAR’ê ku di 18'ê Îlonê de li gundê Darê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di encama pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn duh radestî malbatên wan hatibûn kirin. 
 
Cenazeyê Gulîstan Canbay (Asû Tekoşîn) şandin li gundê Ovans a navçeya Tetwan a Bedlîsê. Cenazeyê Rojda Şîk jî şandin navçeya Karazê ya Amedê. Cenazeyê Rojda duh saetên şevê ki aliyê malbata wê ve hat definkirin.