Pero Dundar: Gel fikrên Birêz Ocalan mînak digirin

  • 09:09 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ku komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmehê de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye destpêka 3’yemîn şerê cîhanê ye û wiha vegot: “Bi komployê re xwestin têkoşîna gelê Kurd tune bihesibînin û serê têkoşînê veşêrin. Xwestin tişta li Zîlan, Dêrsîmê kirine, dîsa bikin. Lê bi ser neketin.”
 
Gava yekem a komploya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiya suîkastê ya 6’ê Gulan a1996’an hat avêtin. Hewldana suîkastê jî di pêvajoya agirbesta ku PKK’ê îlan kiribû de pêk hat. Ev suîkat ji aliyê gelê Kurd ve wek tunekirina destkeftiyan hat şîrovekirin. Li dijî polîtîkayên tasfiye û hewldana suîkasta li hember Rêberê PKK’ê, Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî pêk anî û dawî li jiyan xwe anî.
 
Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derketin dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Komplo ket sala 24’an. Komploya navneteweyî ya di bin kontrola Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYA)  û 40 hêzên navneteweyî yên têde cih girtin, pêk hat. Di 1999’an de bi hevkariya Swîsre û Kenyayê komplo berdewam kir û heta 15’ê Sibata 1999’an bi anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê berdewam kir.
 
24 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê girtin û ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha agahî ji Ocalan û girtiyên li gel wî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim nayê girtin.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Komplo destpêka sêyemîn şerê cîhanê bû’
 
Pero da zanîn ku bi komployê çi hat hedefkirin derket holê û di di 6’ê Gulan a 1996’an de mînaka şênber dîtine û got: “Di şexsê Abdullah Ocalan de li Rojhilata Navîn pêvajoya şer dan destpêkirin. Di 1993’an de piştî agirbestê komplo dest pê kir û heta 1999’an bi awayên cuda bi operasyonan hat meşandin. Birêz Ocalan dibêje bi komploya 9’ê cotmehê 3’yemîn şerê cîhanê hatiye destpêkirin. Niha hîmê krîz û kaosa li Rojhilata Navîn ji destpêka komployê tê. Bi komployê xwestin gelê Kurd û têkoşîna wan tune bikin. Tiştên li Zîlan û Dêrsîmê kirin xwestin li vir jî bikin.”
 
Venasîna ‘hevaltî û hevaltiya qels’
 
Pero diyar kir ku pergal têkoşîna azadiya gelê Kurd wek ‘serhildana 23’emîn digire dest û wiha vegot: “Bi vê re xwestin vejîna gelê Kurd ji holê rabikin. Tirkiyeyê ev bi tena serê xwe nekir. Nikaribû bike ji ber Tirkiye tu car nikaribû li hember berxwedana gelê Kurd bisekine. Ji ber vê jî hêzên navneteweyî her tim kişand cem xwe. Me tu car rola DYA, Rûsya, YE û welatên Ereb di komployê de piştguh nekir. Em dizanin ku di vê komployê de tiliya hêzên tasfiyekar jî heye. Mînak PDK û hinek tevgerên Kurd ku xwestin Kurda parçe bikin jî di vê komployê de gelek bi bandor in. Birêz Ocalan dema dîl hat girtin venasîna ‘hevaltiya qels û hevaltiyê’ ji bo vê dikir.”
 
‘Gelên cîhanê felsefa Birêz Ocalan mînak digirin’
 
Pero destnîşan kir ku dema pêvajoya komployê hatiye destpêkirin gel çalakiyên mezin pêk anîne û wiha dirêjî dayê: “Dema komplo ket dewrê ez di girtîgehê de bûm. Lê li hundir jî li derve jî çalakiyên mezin pêk hatin. Îradeyên mezin derketin holê. Komplo lîstikek li hember gelê Kurd hatibû lîstinê bû. Hem li hundir hem li derve xwestin pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigirin. Birêz Ocalan di nameyên xwe de got ev lîstik vala hatine derxistin. Li ser gel polîtîka qirkirinê tê meşandin. Lîderê gelê Kurd dîl tê girtin. li dijî vê gelê Kurd her tim berxwe da. Gelê cîhanê fikr û felsefa Birêz Ocalan her tim mînak girt.”
 
‘Birêz Ocalan hemû nêrîn hilweşand’
 
Pero balişand ser hêzên aşkera û veşarî yên di komployê de û axaftina xwe wiha domand: “Ji van hêzan hinek nehatin ronîkirn. Beriya têkoşîna azadiya Kurd, pir watedar li serhildanên Kurdan mêze nedikirin. Lê bi destpêkirina têkoşîna Kurd û Rêbertiya Ocalan ev nêrîn hilweşiyan. Birêz Ocalan di dîroka cîhanê de îmze avêt pêngavek girîng û artêşbûna jinê afirand. Paradîgma azadiya jinê a Birêz Ocalan mînak tê nîşandan. Mînaka herî şênber a felsefa Birêz Ocalan şoreşa Rojava ye.”
 
Divê her kes peywira xwe bike
 
Pero dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek çalakî pêk tên lê ev têr nakin û wiha balkişand ser: “Em di vir de kêmasiyan dibînin. Ji bo vê em xwerexnedayîna xwe didin. Belê dem bi dem ji bo şikandina tecrîdê têkoşîn hat meşandin. Lê ev têr nebûn. Divê zemîna ku Birêz Ocalan bi gelan re bê gel hev bê afirandin. Ne tenê birêz Ocalan niha hemû gel di bin tecrîdê ye. Divê em vê komployê vala derxînin. Divê her kes berpirsyariya dikeve ser milê wan pêk bîne.”