ROJEVA 08'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 8 Cotmeh 2022
  • Rojev
*Hevseroka PYD'ê ya Navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê, Fatima Osman têkildarî hişmendiya dibe sedema qetilkirin, binpêkirina mafên jinan wiha got:"Jin li hemberî zihniyeta baviksalarî li ber xwe didin û hewl didin ku li hemberî zihniyeta wan ji mafê wan dûr dixin bi ser bikevin." BI DÎMEN 
 
*Endama Koordînasyona Platforma Jinan a Demokratîk a Navneteweyî Besî Şamarî têkildarî kiryarên Rejîma Îranê û qetilkirina Jîna Mahsa Amînî de wiha got: "Rejîma Îranê ya Jîna kuşt, li ser hişmendiya nîjadperest û zayendperest xwe ava kir. Lê li dijî vê yekê, dirûşma jinan a 'Jin jiyan azadî' li hemû cîhanê belav bû." BI DÎMEN
 
*Jinên Şirnexê bal kişandin ser pirsgirêka nexweşxaneyan a li Şirnexê û destnîşan kirin ku ji ber kêmaniya bijîşkên zayînê gelek jinên ducanî zarokên wan an dimirin, an ji ber wan diçin û an jî astengdar ji dayika xwe re dibin. Jinan bang kirin ku pêdiviya jinên Şirnexê bi bijîşkên zayînê heye û divê ev pirsgirêk were çareserkirin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ku komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmehê de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye destpêka 3’yemîn şerê cîhanê ye û wiha vegot: “Bi komployê re xwestin têkoşîna gelê Kurd tune bihesibînin û serê têkoşînê veşêrin. Xwestin tişta li Zîlan, Dêrsîmê kirine, dîsa bikin. Lê bi ser neketin.” DÎMEN HEYE
 
*Di ser komujiya Gara Enqereyê ya di 10’ê cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat û 103 kesî jiyana xwe ji dest da, 7 sal derbas bû. Parêzer Îlke Işik, anî ziman ku ji bo komkujî ronî nebe hewldanek mezin hatiye nîşandan û ev komkujiyek polîtîk e. BI DÎMEN 
 
*Di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de bi dirûşma ‘Em dimeşin azadiyê’ wê li Kadikoyê meşek pêk bê. Yên meşê pêk tînin der barê meşê de axivîn û gotin: “Armanca me şikandina tecrîdê û azadiya Rêbertiyê ye. Werin em bi hev re ji tarîtiyê derkevin ronahiyê.” BI DÎMEN 
 
*Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku tecrîda ku îro hatiye kûrkirin berdewamiya komploya navneteweyî ye û destnîşan kir ku tevî tecrîdê jî fikrên wê li cîhanê belav bûne. BI DÎMEN