Li Amedê çalakiya “Nobeta Aştiyê” hat destpêkirin

  • 15:32 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo ku li Tirkiyê aştî bê pêkanîn çalakiya “Nobeta Aştiyê” diyar kiribû ku ew ê  Nobeda Aştiyê bigirin û îro di vê çarçoveyê de li Amedê "Nobeda Aştiyê" hat destpêkirin. Di nobetê de endama Dayikên Aştiyê Afîfe Kartal axivî û anî ziman ku ew bi salan e daxwaza aştî û edaletê dikin û got: “Em her çiqasî aştiyê dixwazin, ew bi şer bersiva me didin.”
 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di roja înê ya yekem a her mehê de li hemû şaxanên xwe bi awayekî hevdem biryara ku    “Nobeda Aştiyê” bigire dabû. Di vê çarçoveyê de  li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê “Nobeda Aştiyê” ya yekemîn hat girtin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û parastvanên nafên mirovan tevlî nobetê bûn. Di eywanê de pankarta “Ji bo hemû kesî azadî” hat daliqandin. Her wiha beriya daxuyaniyê di nobetê de bal kişandin ser aştî û girîngiya nobetê.
 
‘Bi salan e em daxwaza aştiyê dikin’
 
Di nobetê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Afîfe Kartal axivî. Afîfe, anî ziman ku ew bi salan e lêgerîna aştiyê û edaletê dikin û got: “Em destên xwe yên aştiyê dirêj dikin, lê ew destên xwe yên qirêj dirêjê me dikin. Ev serê 40 salan e em aştiyê dixwazin. Em daxwaza aştiyê dikin, ew bi daxwaza kuştinê nêzî me dibin. Em vê qebûl nakin. Heta ku edalet û aştî pêk neyê dê lêgerîn û têkoşîna me bidome. Ji ber vê jî em dibêjin 'jin, jiyan, azadî'.”
 
Çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ destpê kir
 
Di çalakiyê de parastvanên mafên mirovan jî li ser girîngiya vê çalakiyê axivîn û diyar kirin ku demildest aştî divê aştî pêk bê. Piştre di daxuyaniyê de Serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytun axivî. Abdûllah, destnîşan kir ku weke parêzvanên mafên mirovan ji bo dawî li tundiya siyasî û pirsgirêka Kurd bê anîn, derfetên rûbirûbûn û hesabpirsîna bên avakirin wan dest bi çalakiya “Nobeta Aştiyê” kiriye. Abdullah, diyar kir ku li Amedê jî yekemîn çalakiya nobetê dane destpêkirin û wiha domand: “Di 20’ê Tîrmeha 2015’an şûn de piştî tundî û pevçûnên hatin destpêkirin şûnde di her qadên jiyanê de polîtîqayên cudakariyê ve pêkanînên ziman ên serdest tên meşandin. Rojeva aştiyê mixabin ji ber pêkanînên pergala otorîter a li welat û hawirdora siyasî ya ku afirandiye, li paş maye.”
 
‘Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin’
 
Abdûllah, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li hember pirsgirêka Kurdistan û Tirkiyê, divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û ji bo vê hewldan divên û wiha berdewam kir: “Bi naskirina maf û azadiyan dê kedeke mezin ji bo avakirina demokrasiyê bê dayîn. Em di wê baweriyê de ne ku bi îmzekirina metneke hevpar a aşitiyê, bi rêya muzakereyê re çareseriyeke mayînde pêk bê. Tevî ku faktor û bandorên cuda hene jî; em dizanin ku li Tirkiyê pirsgirêkên civakî dikarin bên çareserkirin. Weke parêzvanên mafên mirovan, ji bo pêkanîna aştiyê aştî divê bibe daxwazeka civakî. Bi vê armancê careke din em bang li her kesî dikin ku kesên di avakirina pêvajoya aştiyê de bi biryar in, ji bo aştiya li ser bingeha heqîqet, edalet û wekheviyê pêk bînin, bi hev re tevbigerin.”
 
Daxuyanî bi dirîşma “Bijî Aştî” bi dawû bû. Her wiha çalakiya nobetê dê heta saet 17.00’an bidome.