'Em ê ji bo Nagîhan, Jîna û Gurbetelliyê têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 15:23 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Bi pêşengiya TJA'yê li Nisêbîne kuştina Nagihan Akarsel hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Doza me ya ji bo Nagihan, Jîna Amînî û Gurbetellî Ersozan ew e ku dê têkoşîna azadiyê mezintir bikin. Em bihêrs in, serî hil didin û em ê vê serhildana xwe ji bo azadiyê veguherînin hêzeke birêxistinkirî." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Nisêbîn a Mêrdînê bi mebesta protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel, xwestin meşekî li dar bixin. Polîsan nehişt ku jin meşê li dar bixin û li ser vê yekê jin li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê hatin ba hev. 
 
Di daxuyaniyê de jinan pankarta “Jin ber bi azadiya xwe ve dimeşin” vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
Ebrû Gunay anî ziman ku desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse û wiha domand: “Desthilatdariya ku ji azadbûna jinan ditirse, hem piştgiriyê dide kujerên jinan û hem jî komkujiyan diparêze. Bi parastina kujeran re nîşan didin ku dijminên jinan e û dixwazin jinên li gorî zîhniyeta xwe biafirînin. Lê em li Nisêbînê careke din bang dikin; em ê li gorî sînorên we diyar kirine en têkoşîn. Em ketine rêya azadiyê û jinên kurd ên berxwedêr in. Me ji bo azadiyê daye ser vê rêyê, em têkoşiyan e, em jinên îranî ne, jinên rojavayî û jinên başûrî ne. Em qêrîna hemû daxwazên azadiyê yên jinan e. Hûn dê nekarin pêşî li ber meşa me ya azadiyê bigirin. Ji ber ku em di rêya heqîqetê ya hevala xwe Nagihanê de dimeşin.” 
 
Ebrû destnîşan kir ku piştî qetilkirina Jîna Amînî, li Îranê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” pora xwe kirin al û wiha bi dawî kir: “Yên ku tehemûla serhildana azadiyê ya ku Jîna û jinên îranî pêşengtiya wê dikin nakin, li Silêmaniyeyê yek ji pêşengên heqîqetê Nagihan Akarsel qetil kirin. Zîhniyeta ku Jîna qetil kirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî heman zîhniyet e. Yên ku Jîna û Nagihan Akarsel qetil kirin, aqilê mêr-dewletê ye ku ji têkoşîna azadiyê ya jinên kurd ditirse. Doza me ya ji bo Nagihan, Jîna Amînî û Gurbetellî Ersozan ew e ku dê têkoşîna azadiyê mezintir bikin. Em bihêrs in, serî hil didin û em ê vê serhildana xwe ji bo azadiyê veguherînin hêzeke birêxistinkirî. Dê li ser vê erdnîgariyê serkeftin bibe ya azadiyê. Dê aqilê mêr-dewlet’ê teqez winda bike.” 
 
Daxuyanî bi tililî û dirûşman bi dawî bû.