Dêrsîm Dag: Em bi hev re têkoşîna jinê ya demokratîk, ekolojîk mezin bikin

  • 15:04 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dêrsîm Dag têkildarê rojevên di rojên dawî de derketine pêş daxuyanî da. Dêrsîm di daxuyaniyê de balkişand ser tecrîda berdewamiya komployê ye û got: “Werin em li hember van polîtîkayên bi armanca tasfiyekirina têkoşîna kurdan tê kirin têkoşîna demokratîk, ekolojîk û paradigmaya azadiya jinê mezin bikin.”
 
Parlementer û berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Dêrsîm Dag têkildarî pêvajoyê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navendê daxuyanî da. Dêrsîm di daxuyaniyê de bi taybetî bal kişand ser sergoterên komploya 9’ê Cotmehê, tecrîd, têkoşîna li Rojhilatê Kurdistan, qetilkirina rojnamevan û edîtora Kovara Jinolojiyê Nagîhan Akarsel. Dêrsîm bi taybetî jî bang li gel kir ku di 9’ê Cotmehê de hemû gel beşdarî çalakiyên li dijî tecrîdê û koployê werin lidarxisitin bibin.
 
‘Riya çareseriyê têkoşîn e’
 
Dêrsim bibîranîna roja rojnamevanên jin ên kurd re dest bi axaftinê kir. Dêrsîm di berdewamiyê de bi rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê tecrîdê re pêvajo nirxand û wiha pê de çû: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komploya navneteweyî bi armanca tasfiyekirina têkoşîna azadiya Rojhilata Navîn pêk hat. Weke rêbazek pêk hat heyanî dîlgirtina Abdullah Ocalan a li Tirkiyeyê û tecrîtkirina wê re berdewam kir. Lê belê çawa ku komplo rêxistinê tasfiye nekir, îro jî bi tecrîdê tasfiye nabe. Cardin bi cezayên disiplînê yên her roj tên nûkirin re qedexeya hevdîtinê pêk tînin. Em baş pê dizanin ku ev ji bo bi rêyên hiqûqî meşrûkirina tecrîdê tên dayîn. Lê belê riya çareseriyê û rûxandina van polîtîkayan ji têkoşîna ekolojîk, demokratîk û jinan wê pêk were. Ji bo vê yekê, çi ji destê me tê ji em ê bikin. Wê di çarçoveya şermezarkirina polîtîkayên komplo û tecrîdê de, em ê di 9’ê Cotmehê de li bajarên Îzmîr, Amed, Êlihê, Stenbol, Wan û li gelek bajarên din wê çalekî werin lidarxisitin. Di serî de gelê Amedê û hemû gelên demokrasihez em dawetî van çalakiyan dikin. Divê em bi hev re têkoşîna xwe ya ekolojîk, demokratîk û jinê bilind bikin.”
 
‘Nagîhanek qetil kirin, hezaran jin rakirin’
 
Dêrsim wiha domand:"Îro kolanên Rojhilat û Îranê bi diruşmên ‘Jin Jiyan Azadî” re di serhildanê de ye. Li pey wê jina ku vê dirûşmê weke felsefeyek di jiyana xwe de dijî, Nagîhan Akarsel hate qetilkirin. Em dizanin bi qetilkirina Nagîhan re têkoşîna azadiyê hedef hate girtin. Weke diya Denîz Poyraz a li pey wê gotiye ‘Denîzek çû, hezar Denîz radibin’ em jî dibêjin, Nagîhanek qetilkirin lê bi hezaran jin li pey felsefeya wê têkoşîna wê mezin dikin. Em soz didin, wê zû yan dereng hesab ji qetilkaran were pirsîn. Wê jin pişta van yekan bernede."
 
‘Festîval wê were boykotkirin’
 
Dêrsîm di berdewamiyê de bal kişand ser festîvala li Surê were çêkirin û got: “Hişmendiya ku konser û çalekiyên kurdî tên kirin qedexe dike îro ji bo kurdî tû mafan nas nake li Surê festîvalekê amade dike. Me êriş û talanên li Sûrê hatine jiyîn ji bîr nekir. Bi polîtîkayên qirkirina çand û kokê re, bi festîvalên bi vê armancê tên kirin re dixwazin wan tahribat û êşên li Sûrê hatine jiyîn bidin jibîrkirin. Hîna cenazeyên nehatine dîtin hene. Dixwazin wan bi me bidin jibîrkirin. Em bawer in ku ciwanên me wê vê festîvalê boykot bikin.”